'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!

img
ERZIROM - Li Qereyaziyê di çend salên dawiyê de polîsan 9 caran avêtiye ser malbata Sunbul. Ji malbatê hema bibêje kes nemaye ku ceza lê nehatiye birîn û niha jî kesên xwe wekî "polîsên îstixbaratê" didin naskirin malbatê taciz dikin û sîxurtiyê li ferdên malbatê ferz dikin. 
 
Li gundê Qeregivij ê navçeya Qereyazî ya Erziromê, hin kesên xwe wekî "polîsên îstixbaratê" didin naskirin malbata Sunbulê nerihet dikin. "Polîsên îstixbaratê" hefteya borî 2 caran telefonî bav Farûk Sunbul kirine û jê xwestine kurê xwe Farûk Sunbul ku derbarê wî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtinê hatiye dayîn û 20 sal in li Ewropayê ye, bîne welêt. Her wiha heman kesan ji bo radestkirina her du keçên wî yên PKK'yî jî "alîkarî" jê xwestine. 
 
Piştî vê "polîsên îstixbaratê" di 26'ê Adarê de li ser whatsappê xwegihandina keça Sunbul Turkan Sunbulê. Ev kes qîma xwe bi vê jî neanîne çend roj berê pêşiya bav û keçê birîne û bi heman tiştan ew taciz kirine. 
 
Turkan Sunbul, anî ziman ku gava ji nexweşxaneyê derketine "polîsên îstixbaratê" pêşiya wan biriye û ji wan xwestine ku birayê xwe Sadî Sunbul bînin welêt. Sunbul, diyar kir ku paşê heman kesan ji bo her du xwişkên wê yên PKK'yî gotine "Li ku ne, çi dikin? Hûn ê bi me re bixebitin. Hûn mecbûr in. Ê ne haya gel ne jî haya rêxistinê jê çêbibe. Hûn ê derbarê me de ji kesî re tiştekî enbêjin. Ê ev veşarî bimîne." Sunbul, anî ziman ku bertek nîşan dane û ji bavê wê re gotine: "Tu bi ciyê keçên xwe dizanî. Tu yê me bibî cem wan. Tu yê wan qaneh bikî û teslîmî me bikî. Ê neyên girtin, em ê wan radestî we bikin." 
 
'ALÎKARÎ' 
 
Sunbul, diyar kir ku heman kesan gotiye "em ê maddî-manewî aliyê we bikin" û got: "Paşê gotin 'Ê ne haya rêxistinê ne jî gel jê çênebe. Ê kes nizanibe hûn bi me re dixebitin. Em ê wan bînin, radestî we bikin.' Em naxwazin me nerihet bikin. Her cara ku em ji gund dertên, me nerihet dikin. Me taciz dikin." 
 
ÇÎROKA MALBATÊ 
 
Kurê malbata Sunbul Sadî Sunbul ji ber zext û zoriyan û ji ber biryara girtinê ya derbarê wî de koçî Ewropayê kiriye. Ji sala 2015'an heya niha polîsan 9 caran avêtiye ser malbatê. Ji ber van zext û zoriyan du ferdên malbatê di 2014 û 2015'an de tevli PKK'ê bûn. Ferdên din ên malbatê jî an hatin girtin an hatin sirgûnkirin an jî hatin cezakirin. Herî zêde jî Turkan Sunbul hatiye binçavkirin û girtin. Ewilî di sala 2017'an de hatiye girtin û 5 mehan di girtîgehê de maye. Di sala 2019'an de cardin hatiye girtin û vê carê jî 10 mehan di girtîgehê de maye. Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" bi giştî 5 sal û 9 meh ceza li Sunbulê hatiye birîn. 
 
Bav Farûk Sunbul jî di sala 2015'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. 4 mehan di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de maye. Piştî hatiye berdan 2 sal û mehek ceza lê hatiye birîn. 
 
Li dayik Besra û keç Pinar Sunbul jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 2 sal û mehek ceza hatiye birîn. 
 
 

Sernavên din

30/03/2021
16:11 Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin
15:44 'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’
15:39 Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin
15:28 Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû
15:00 Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin
14:23 TUHAYDER’a Wanê kongreya xwe li dar xist
14:22 Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin
14:10 Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn
14:05 Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn
13:56 Biryara girtina eywanên sînemayê hat dirêjkirin
13:41 Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan
13:34 Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!
13:26 PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e
13:03 Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
12:29 Wê 423 kesan bigirin kar lê 41 hezar kesan serî li kar da!
12:24 Parezêran ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
12:18 Ji bo rojbûna Ocalan kurtefîlmek hat amadekirin
11:37 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:01 Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin
10:55 Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:33 Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye
09:08 Rêyên bi 352 milyonan hatibûn çêkirin, cardin dan ber îhaleyê
09:05 Geliyê Hêtma, cihê dîmenên bêhempa ye
09:03 Malbat yeqîn nake ku Ergun xwe kuştibe: Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Pilanên li ser Şengalê rê li ber metirsiyê vedike
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN
29/03/2021
21:55 32 hezar û 404 kes bi Covîd-19'ê ketin, 154 kes jî mirin
17:03 Encamnameya Meclîsa Jinan a HDP’ê: Werin em hemû bi hev re jiyana nû ava bikin
16:36 Derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir de doz hat vekirin
16:27 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên Partiya DEVA’yê kir
16:26 Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin
16:23 ‘Em ê destûrê nedin ku hûn me mehkûmê mirinê bikin’
16:21 Paylan: Ayvatoglû rûyê nelirêtiyê yê tê dîtine
16:05 Jina ku hevjînê wê xwest wê bikuje birîndar bû
15:56 ‘Îşkenceya biceyranê’ ji Soylû pirsîn
15:55 Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin
15:02 Ji ber giliyê Yildiz ê di êrişê cih girtibû, îfade da
14:36 Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart
14:06 Banga tevlîbûnê ya doza helîkopterê: Em ne sûcdar in rojnameger in
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin