EDENE – Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Ceyhanê birêve dibe de vê sibehê polîsan b awayek hemwext bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malan polîsan gelek kes binçav kirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Ceyhanê. Navê hin kesêin hatine binçavkirin wiha ne: Caner Abo, Hazim Abo, Ahmet Ozalp, Agît Ceylan, Murat Karsak û Ahmet Erbek."