Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e

img

RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku hevdîtina bi telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan provakasyon e û got: "Bi vî awayî fikarên me zêdetir bûn. Em tu salixê ji jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan nagirin." 

11 meh in malbat û parêzer nikarin hevditinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin. Herî dawî hin hesabên medyaya sosyal derbarê jiyan û tenduristiya Ocalan de hin îdia parve kiribûn. Piştî van îdiayan malbat û parêzer ji bo "hevdîtina lezgîn" serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê dozgeriyê bersiva malbatê û parêzeran nedabû. Piştî vê bira Mehmet Ocalan, di 25'ê Adarê de li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Ocalan re axivîbû, lê belê hevdîtin tenê çar deqe û nîvan dewam kiribû. Di hevdîtina bi rêya telefonê de Abdullah Ocalan, diyar kiribû ku hevdîtineke bi vî rengî bêhiqûqîtî ye, heger hevdîtin çêbibe divê li Îmraliyê çêbibe û dixwaze hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan, ji bo hevdîtina navbirî destnîşan kir ku hevdîtineke "korsanî" ye. 
 
 
‘BÊCIDIYETÎ' 
 
Ocalan, anî ziman ku piştî ku di 24'ê Adarê de ji bo hevdîtinê telefonî bavê wî Mehmet Ocalan hatiye kirin, di 25'ê Adarê de tevî bavê xwe û wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç çûye Edliyeya Rihayê. Ocalan got: "Piştî çend deqeyan telefon qut bû. Me ji rayedarên li wir pirsî. Me xwest em serdozger bibînin. Serdozger got, hevdîtin bi dawî bûye. Herî dawî di 27'ê Nîsanê de bi telefonê hevdîtin bi Birêz Ocalan re hatibû kirin. Ev hevdîtin nêzî 25 deqeyan dewam kiribû. Lê ya di 25'ê Adarê de 4 qede û nîvan dewam kir. Birêz Ocalan di hevdîtinê de behsa heq, hiqûq û qanûnê kir û destnîşan kir ku hevdîtineke bi vî awaî ne rast e. Got, hevdîtineke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Di hevdîtinê de ev tişt hatin gotin. Her wiha bêyî ku Birêz Ocalan û birayê xwe xatir ji hev bixwazin telefon qut bûye. Heger mirov navekî li vê hevdîtinê bike, ê karibe bibêje hevdîtineke korsanî ye. Çima wisa tê kirin? Cidiyet, giranî divê. A ku dewletê kiriye bêcidiyetî û tiştekîe rzanî ye. Li wir qanûn jî nemaye êdî. Wê jî binpê kirine." 
 
‘FIKARÊN ME ZÊDE BÛN' 
 
Ocalan, bang li dewletê kir ku bi awayekî cidî tevbigere û got: "Dewlet, divê bi cidî nêz bibe. Divê li gor giraniya xwe tevbigere. Şayed rewşeke cuda hebe, bila Wezîrê Dadê daxuyaniyekê bide. Ev bêcidyetî, nayê qebûlkirin. Lê binerin, telefonî malbatê dikin, dibêjin ê hevdîtin çêbibe. Lê hevdîtineke 4 deqe û nîv. Ji vê re dibêjin hevdîtin. Ev, ne qanûnî, ne jî hiqûqî ye. Divê qanûn têkevin dewrê. Di dema hevdîtinêê de telefon tê qutkirin. Bi vî awayî fikarên me zêde bûn. Em tu salixê ji jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan nagirin." 
 
‘EM QEBÛL NAKIN' 
 
Ocalan, hevdîtina navbirî wekî "provakasyonekê" nirxand û got: "Ê berpirsiyar, li hizûra dîrokê hesab bidin. Qanûnan pêk bînin. Hevdîtin divê ne korsanî be. Birêz Ocalan, di dema hevdîtinê de bi awayekî aşkere aniye zimên. Doza hevdîtina rû bi rû dike. Ji ber ku hevdîtin ne rû bi rû ye, em vê hevdîtinê qebûl nakin. Hevalên Birêz Ocalan ên li cem wî jî hevdîtina bi vî rengî qebûl nakin." 
 
‘PLANEKE QIRÊJ' 
 
Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê îşkencekirin û got: "CPT, qaşo dibêje ez li dijî îşkenceyê têdikoşim. Li giravê îşkenceyeke mezin heye. Ev, nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan, dixwaze qanûn pêk bên. Salê carekê, bi telefonê 4-5 deqe nabe. Ka saziyên hiqûqê yên navneteweyî. Ma qey nabînin? Kesên dibêjin 'Em demokrat in, em li dijî îşkenceyê ne' ka li ku ne? Birêz Ocalan û yên li cem wî bi îşkenceyeke derûnî re rû bi rû ne. Em nizanin bê li wir çi diqewime. Divê dewlet zelal be. Dewlet, tiştina vedişêre. Planek kiriye. Ev planeke qirêjî ye." 
 
'PROVAKASYON E' 
 
Parlementerê HDP'î Ocalan, anî ziman ku di ser tenduristî û jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re siyaset tê kirin. Ocalan, destnîşan kir ku demildest divê rayedar daxuyaniyekê bidin. Ocalan got: "Hîn axaftin dewam dikir, telefon tê qutkirin, ev zilm tê kirin. Ev zilm tenê ne li Birêz Ocalan, li gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Heger ev planek be, nexwe planeke pir qirêjî ye. Divê dewlet dev ji vê plana qirêjî berde. Dubare dikim, ev ne hevdîtin e, provakasyon e." 
 
MA / Bariş Polat - Lezgîn Tekay 
 

Sernavên din

27/03/2021
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin
15:19 Polîsan rêvebera HDP'ê li Avanosê binçav kir
15:18 Rojnameger Huseyîn Aykol wekîl Gergerlîoglu ziyaret kir
15:16 TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin
15:15 Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin
14:44 Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire
14:40 ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat