Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn

img

ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê li darxist de, derbarê hevdîtina bi telefonê ya duh di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û birayê wî pêk hat de axivî û pirsa “gelo li Îmraliyê çi diqewime?” ji hikumetê kir.

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin.
 
Gunay, bal kişand ser tecrîd û fikarên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê nebaşiya herî mezin a li welat e.
 
Gunay, bi bîr xist ku bi milyonan mirov ji bo rakirina tecrîdê çalakiyan dikin û wiha axivî: “120 roj in girtiyên siyasî yên li welêt di greva birçîbûnê de ne û ji bo paşeroja demokratîk a vî welatî dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Qadên Newrozê, bi coşeke mezin xwedî li berxwedana 120 rojî ya li zindanan derketine. Bûn dengê girtiyan, xwedî li daxwazên wan derketin."
 
'LI DIJÎ TECRÎDÊ HIRS MEZIN BÛ'
 
Gunay, diyar kir ku Newroza 2021'ê di heman demê de hêrsa li dijî tecrîdê nîşan da û wiha dewam kir: "Gelê Kurd tecrîdê weke êrişek li dijî nasnameya xwe pênase dike. Doh jî nîşan da ku ew vê yekê qebûl nake, îro jî qebûl nake, sibe jî wê qebûl neke. Li qadên Newrozê bi milyonan mirovî destnîşan kirin ku tecrîd paşeroja wan tarî dike, pêşî li aştiyê digire. Gelo desthilatdariya ku ev daxwaz bi şênberî dît, çi dike?"
 
'AXAFTINA BI TELEFONÊ FIKAR ZÊDETIR KIRIN'
 
Gunay, bi dewamî got, "Li şûna ku guh bide daxwazan û rêya aştî û diyalogê li welêt veke, tecrîdê giran dike û gavên welê diavêje ku aloziyê girantir dike. Li şûna çareserkirina fikaran, her gavên ku têkildarî giravê diavêjin fikaran zêdetir dike. Hîn doh bi telefonê bi malbata xwe re axivî, lê axaftina wî di nîvî de hate birîn. Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim ên li Girava Îmrlaiyê bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Lê belê Birêz Ocalan dema ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re diaxivî, telefon ji nişka ve hate birîn. Tevî hemû daxwazan careke din lê negeriyan. Hamîlî Yildirim ji bo demeke kurt karîbû biaxive. Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo şermezarkirina tecrîdê, red kirin ku bi telefonê biaxivin.
 
Em ji vê derê li hikumetê, li Wezîrê Edaletê, li rayedaran dipirsin; Li Îmraliyê çi diqewime? Tevî ku mafekî xwe yê qanûnî ye, çima hûn hevdîtina malbatê ya li Îmraliyê asteng dikin? Hevdîtina parêzer-muwekîlan hîmê bingehîn ê mafê parastinê ye. Hûn çima hevdîtinên wekîl-muwekîl li Girava Îmraliyê asteng dikin? Gelo ne hûn bûn ku we gotin astengî li pêşiya hevdîtina bi parêzeran re nîne. Axaftina bi telefonê fikar ji holê ranekir, berevajî zêde kir.
 
Yekane tişta ku dawî li fikarên têkildarî ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan bîne, hevdîtina rû bi rû ya malbatê û parêzeran a bi Birêz Ocalan re ye."
 
'BILA TECRÎD TAVILÊ BI DAWÎ BIBE'
 
Ebrû Gunay, xwest ku tecrîda li Girava Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û ev peyam da: "Dest ji desteserkirina mafê agahîwergirtina li Îmraliyê berdin. Li li gorî hiqûqê û berpirsyariyê tevbigerin. Me hemûyan dît. Li qada Newrozê bi milyonan mirovî daxwaza azadiya Ocalan kirin. Di vê ev daxwaz li ber çavan bê girtin.”
 

Sernavên din

27/03/2021
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin
15:19 Polîsan rêvebera HDP'ê li Avanosê binçav kir
15:18 Rojnameger Huseyîn Aykol wekîl Gergerlîoglu ziyaret kir
15:16 TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin
15:15 Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin
14:44 Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire
14:40 ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat