STENBOL – Polîsan mudaxileyî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kir û herî kêm 12 kes binçav kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî qeyûmê rektor Melîh Bûlû yê AKP’yî nerazîbûnên xwe didomînin. Xwendekar îro jî li Meydana Kampûsa Başûr civiyan û xwepêşandana xwe berdewam kirin. Polîsan mudaxileyî çalakiya xwendekaran kirin û herî kêm 12 kes binçav kirin. Rageşiya li Zanîngehê berdewam dike.