Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin

img

STENBOL - Parêzer Rezan Sarica, ji bo derbaskirina fikar û gumanên têkildarî jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li CPT’iyê kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne û got: “Divê em Ocalan bi çav bibînin û dengê wî bi bîhisin.”

Ji 27’ê Nîsana 2020’an vei bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dimîne, nayê girtin. Îdîayên têkildarî jiyan û ewlekariya Ocalan ên li ser hesabên medya civakî hatin parvekirin, fikar zêdetir kirin. Buroya Hiqûqî ya Asrînê ku parazvaniya Ocalan dike, bal kişand ser cîdiyeta van îdîayan û bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” 7 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê da. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê îdîayên mijara gotinê de ne, daxuyaniyek nivîs parve kir û îdîa kir ku rewşa tenduristiya Ocalan başe û îdîayên hatibûn kirin derewandin. Lê Wezareta Dadê heya niha tu daxuyaniyek ne daye.
 
Parêzerên Ocalan li ser bersiv nedayîna dozger û Wezareta Dadê, du caran serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Awropayê (CPT) dan û xwestin ku CPT’i tavilê berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rezan Sarica yê ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven pêk hat de, 5 caran hevdîtin bi Ocalan re kir, derbarê îdîayan de nirxandinên girîng kirin. 
 
OCALAN TÊKOŞÎNEK MEZIN DIDE
 
Sarica, tecrîda li ser Ocalan bi bîr xist û wiha axivî: “Ji bo ku em sedama tecrîda li ser Birêz Ocalan fêm bikin, divê em herin roja ku ev tecrîd bi pergal bûye. Birêz Ocalan bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê, sewqî Girtîgeha Îmraliyê kirin û ev 22 salin dibin tecrîdek girankiriye de ye. Sema vê yekê, îro jî hebûna dewam dike. Sema vê ya herî girîng, pirsgirêka gelê Kurde. Birêz Ocalan ji bo ku pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên demokratîk û siyasî çareser bike, têkoşînek mezin dide. Di vî warî de gelek daxuyanî, hewldan, armanc û hedefên wî hene. Lê weke her tim, ji ber vê, bi komloyeke navneteweyî re rû bi rû ma. Dema ku em li ne çareserkirina pirsgirêka Kurd mêze dikin, wê demê ne rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan jî em baştir fêm dikin. Piştî ku Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê , roj bi roj krîz û şerên li Rojhilata Navîn zêdetir bûn. Divê ev weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bê nirxandin. Ev pêvajo hîna jî dewam dike. Ji ber vê tecrîda li ser Birêz Ocalan heya roja îro dewam dike.” 
 
Sarica bal kişand ser nûnertiya Ocalan û wiha got: “Gelo Birêz Ocalan nûnertiya çi dike? Divê ev yek baş bê dîtin. Pêşiya wî tê girtin. Ji ber ku Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bûye xwedî rol û mîsyonek mezin. Ji ber ku dewletên heyî berjewendiyên xwe difikirin, naxwazin kes xitabî jiyan û azadiya gelan bike. Birêz Ocalan, dibeje ewê tu carî ji rêya heqîqê paşve ne vegere. Ji ber ku Birêz Ocalan rêya gelan ronî dike, her tim tê astengkirin û tecrîda li ser wî dewam dike.”
 
REJÎMA ÎMRALIYÊ, REJÎMA TECRÎDÊ YE
 
Rezan Sarica, diyar kir ku misyon û kesayeteke dîrokî ya Birêz Ocalan heye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê, ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekê demokratîk û bi rûmet çareser bibe, têkoşîneke mezin bi rêve dibe. Ev îdîayên derbarê jiyana wî de tên gotin jî, me dixe nava guman û fikarên mezin. Rejîma Îmraliyê, ji xwe rejîmeke tecrîda girankiriye. Ji ber vê yekê tiştên tên gotin, divê ji rêzê neyin dîtin û dest girtin. Di rewşa heyî de, diviya bû em her heftê biçin hevdîtian muwekîlê xwe. Lê bi tu awayî ev hevdîtin pêk nayin. Ji ber ku hevdîtin nayin kirin, em nikarin raya giştî jî derbarên nûçe û îdîayên hatin kirin de ronî bikin. Ji 27’ê Nîsana 2020’an ve me dengê Birêz Ocalan ne bihîstiye û ji 3’yê Adara 2020’an ve jî me tu hevdîtin nekiriye. Ev demek dirêje em agahî jê nagirin. Rewşeke ne diyar û tarî heye. Ev jî me dixe nava fikar û gumanan. Ji bo ku ev fikarên me derbas bibin divê em biçin Îmraliyê û hevdîtin bi Birêz Ocalan re bikin. Lê fikarên me dewam dikin.”
 
2 CARAN SERÎ LI CPT’IYÊ DAN
 
Sarıca, da zanîn ku wan di nava heftiyekê de 2 caran serî li CPT’iyê dan û wiha rêz kir: “Em bi lezgînî bangî CPT’iyê dikin ku peywira xwe cih bîne. Di nava çend mehên dawî de, me gelek caran serî li CPT’iyê da. Em bi her awayî rewşa tecrîda li Îmraliyê danî holê. Me xwest CTP’î di warê erk û berpirsiyariya xwe de gavên şênber bavêje. Di rastiyê de, agahiya CPT’iyê bi her awayî ji Îmraliyê heye. Me rapora xwe di vê mijarê de pêşkêşî CPT’iyê kiriye. Li Gireva Îmraliyê di asta îşkenceyê de, pêkanînên binpêkirinên mafan tên jiyîn. Divê CPT’î biçe Gireva Îmraliyê û rast rast wê derê ziyaret bike. Lazime ku pêşiya hevdîtinên Birêz Ocalan ên bi malbat û parêzeran re veke û tecrîdê ji holê rabike. Em di vî warî de CPT’iyê vedixwînin peywirê.” 
 
‘EMÊ HEWLDANÊN XWE DEWAM BIKIN’
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê parêzer Rezan Sarica, dest nîşan kir ku ewê hewldanên xwe yên ji bo çûyîna Îmraliyê dewam bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê serlêdanên xwe yên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê yên ji bo hevdîtinê dewam bikin. Hemû pêşketinên çêdibin û çêbin dibin berpirsiyartiya desthilatdariya siyasî deye. Divê daxwazên em tavilê bên bi cih anîn. Pêwîste ku fikarên me ji holê bên rakirin û tecrîd bê rakirin. Heya ku serlêdanên me yên hevdîtinê bên redkirin, emê serlêdanên xwe yên CPT’iyê dewam bikin. Di heman demê de, di çarçoveya mekanîzmayên heyî de emê serî li Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û mekanîzmayên navneteweyî bidin. Li gorî şert û mercan em van hemûyan dinirxînin. Şert û mercên muwekîlê me tê de tê girtin, bi tu awayî nayê qebûl kirin.”
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

27/03/2021
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin
15:19 Polîsan rêvebera HDP'ê li Avanosê binçav kir
15:18 Rojnameger Huseyîn Aykol wekîl Gergerlîoglu ziyaret kir
15:16 TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin
15:15 Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin
14:44 Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire
14:40 ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn
12:56 Di binçavan de îşkenceya bi ceyran û gefa bi wêneyê tazî
12:07 Di doza Hrant Dînk de biryar hat eşkerekirin
11:51 HDP ‘Nexşerêyê’ amade dike: Mînakên DEP û SHP’ê tên lêkolînkirin
11:20 Di doza Ozkahramanên hatibûn kuştin de 2 kes hatin berdan
11:08 Rêberê PKK’ê Ocalan: Dewlet şaşîtiyê dike, dixwazim parêzerên min werin vir
10:56 Alimên olî: Em li dijî zilmê li ber xwe bidin
10:40 Girtiyê hat berdan: Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 120'emîn de didome
09:15 Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê
09:12 Di kontrola eskeran de darên Oleka Jor tên birîn
Wezaret: Em daristanê teze dikin
09:01 'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e'
09:01 ‘Ji têkoşîna jinan ditirsin'
09:01 Midûrê qeyûm milyon û 178 hezar TL çirpandiye
09:01 Şewba Covît-19 li Antalyayê belav dibe
09:01 Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN
25/03/2021
23:21 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:54 Hat îdiakirin ku li Cizîrê jina 26 salî hewl daye xwe bikuje
19:12 Danişîna doza Dayikên Şemiyê: Biryara qedexekirinê dijî hiqûqê ye, bila polîs bên darizandin
18:06 Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
17:15 Zarokê li Newrozê hatibû binçavkirin hat berdan
17:14 Polîsan dîsa mudaxileyî xwendekarên Bogazîçiyê kirin
17:13 Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî: Telefon di nîvî de qût bû
17:03 Eskeran bi ser gund de girt: Çima we Newrozê pîroz kir?
16:22 Rêxistinên kedê banga piştevaniya meşa KESK’ê kirin
16:21 Başaran: Ne jin, AKP û MHP ji Peymanê vekişiyaye
16:20 HDP’ê giliyê dozger û polisan kir
16:10 Jinên êlihî piştgirî dan Emîne Şenyaşar
16:08 Dayikên Şemiyê: Kes nikare lêgerîna heqîqetê ya bi salan bidarizîne
15:54 Li Şengalê daxuyaniya hevpar: Em ê li ber xwe bidin
15:02 Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin
15:01 Cenazeyê jinekê li zeviyê hat dîtin
14:51 Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar binçav kirin
14:40 KCD û DBP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Daxwaza we daxwaza me ye
14:39 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtiyan xistin
14:29 Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin
14:28 Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê
14:03 340 rêxistinên jinan bang li Konseya Ewropayê kirin
13:43 Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin
13:34 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:31 Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:24 Bûldan: Edalet ruh û cewhera Îslamê ye
13:20 Kesên Newroz pîroz kirin bi 'endamtiya rêxistinê' sûcdar kirin
12:48 Karkerê ji înşeat ket û jiyana xwe ji dest da hat definkirin
12:46 ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Behra Reş berdewam dike
12:35 ‘Ji ber ku di nava bûyerê de parlamenter heye dozê venakin’
12:25 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
12:24 Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin
12:14 Jina îşkenceya sîstematîk lê tê kirin: Ez naxwazim bimirim
11:38 Parêzerê Ocalan Sarica: Divê em Ocalan bibînin
11:37 Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat