Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da

img

ÎZMÎR - Li Meydana Gundogdû ya Îzmîrê li gel barîna baranê jî xelkê bi coş Newrozê pîroz kir û hêrsa xwe li dijî tecrîdkirina Ocalan û hewldana girtina HDP’ê nîşan da. 

 
Li Meydana Gundogdû ya Îzmîrê bi hezaran tevî barîna baranê jî di pîrozbahiya Newrozê de li hev civiyan û Newroza xwe pîroz kirin. Bi hezaran kes bi reng û xemla xwe beşdar bû û her wiha nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyan tevli pîrozbahiyê bûn. Li qadê bênavber dirûşmên “Bijî HDP” û “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bêserok jiyan nabe” hatin berzkirin. 
 
Li qadê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hewldana girtina HDP’ê, betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî, betlakirina Peymana Stenbolê hat şermezarkirin û hêrsa li dijî tecrîd û hewldana girtina HDP’ê bilind bû. 
 
Rêz hat girtin û pişt re ji aliyê Sarûhan Olûç û Serpîl Kemalbay ên HDP’yî û xelkê ve agirê Newrozê hat pêxistin. 
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur bertek nîşanî vekişîna ji Peymana Stenbolê da û destnîşan kir ku li dijî zilma Dehaqan berxwedana Kawayan heye. 
 
Hevserokê HDP’a Îzmîrê Kadrî Baydûr jî anî ziman ku ew ê teqez bi ser bikevin kes nikare vîna gel bişkîne. 
 
Hevberdevkê HDK’ê yê Îzmîrê Sabrî Gul jî axivî û got ew ê êrişên li ser dijî wan pûç bikin.
GIRTIYAN SILAV KIR 
 
Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Nufusa Ataç jî axivî û newrozê li gel pîroz kir û daxwaza wan azadî û aştî ye û got ew girtiyan silav dikin. 
 
‘DERBE YÊN WE BIN, ÇIYA JÎ YÊN ME NE’ 
 
Endama Platforma Jin Bi Hev Re Bi Hêz in Ebrû Dînçel jî axivî û bertek nîşanî vekişîna ji Peymana Stenbolê da û got: “Derbe yên we ne û çiya yên me ne.” 
 
‘VAYE PARTÎ’ 
 
Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî bertek nîşanî hewldana girtina HDP’ê da û got: “Vaye partî li vir e.” 
 
‘WÊ DÎKTATORÎ NEMÎNE’ 
 
Endama Rêveberiya KESK’ê Elîf Çuhadir jî anî ziman ku dibe avahî werin girtin lê wê dîktatorî nikaribe li pêşiya têkoşîna gel bisekine. 
 
KEMALBAY: KES NIKARE GELAN TÊK BIBE 
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî bi kurdî û tirkî gel silav kir û Newroza xelkê pîroz kir û got kes nikare gelan têk bibe û kes nikare partiya gel HDP’ê bigire. Kemalbay diyar kir ku ew neçarin bibin deng û piştevanên çalakiya greva birçîbûnê û ew Newroza girtiyan pîroz dikin. 
 
OLÛÇ: EW DEHAQ BIN EM JÎ KAWA NE 
 
Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî destnîşan kir ku îro li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyê daxwaz û hêrsa wan bilind dibe û got: “Heke ew Dehaq bin, em jî Kawa ne. Ev dijminê gelê kurd in. Li dijî her cûre êriş û pilanên wan em dizanin li ber xe bidin. Dibe hûn partiyê bigirin, lê hûnê 15 milyon însan çawa bigirin.” 
 
Piştî axaftinan hunermend Arhat û Ayfer Duzdaş derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin û pişt re pîrozbahî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

21/03/2021
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir