MÊRDÎN - Li Mêrdînê, nivîskarê Kurd Adîl Başaran û Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ahmet Eken jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de nivîskarê Kurd Adîl Başaran û Alîkarê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bajêr Ahmet Eken jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Miduriyeta Polîsan, têkildarî mijdarê daxuyanî da û wiha got: “Di çarçoveya operasyona navenda wê Mêrdînê de, li Stenbol, Bûrsa, Amed, Riha û Antalyayê derbarê 26 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayin. Ev operasyon li dijî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye.”