ANTALYA - Li Antalyayê HDP'iyan ji bo pîrozbahiya Newrozê ya sibê gel vexwand qada Newrozê.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antalyayê, ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê sibê li Qada Kentê ya navçeya Kepezê saet di 11.00'an de bê pîrozkirin, li ber avahiya HDP'ê ya Kepezê daxuyaniyek da û starta Newrozê da.
Di daxuyaniyê de Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul bang li gel kir û got: "Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin."
Bi dû re jî Hevseroka HDP'a Antalyayê Remziye Zengîn jî bang li gel kir ku bi coş û kelecananeke mezin Newrozê pîroz bike.
Piştî daxuyaniyê li ber erbaneyê govend hat gerandin û dirûşmeya "Bijî Newroz" hat berzkirin.