Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê

img

AMED - Komxebata Tifaqa Kurdistanî vekirina doza girtina HDP'ê bi awayek tund şermezar kir û wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiya Newroza 2021’an bibin û li dijî girtina HDP’ê li vîna xwe xwedî derkevin.”

Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi beşdariya nûnerên pêkhateyan xwe têkildarî biryara vekirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Buroya Peywendiyê ya Navenda Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a li Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de metna kurdî Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek û metna tirkî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz xwend. 
 
Çîftyurek bi bîr xist ku di 17’ê adara 2021'an de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi hinceta “dewletê ji holê rakinê” derbarê HDP’ê de doza girtinê vekiriye û wiha got: “ Serdozger ji bo girtina HDP'ê ku di hilbijartinên Parlementoyê yên di sala 2018'an de bi giranî saya dengên hilbijêrên Kurd bûye partiya sêyemîn a Meclisê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Sedema vê serlêdana doza girtinê ne sedemek hiquqî ye, sedemek siyasî ye! Ji ber ku ev pêngava bi talimatên siyasî û li ser gef û israrên Tifaqa Komarî hatiye avêtin, derbeyek li hember demokrasî û serdestiya hiqûqê ye.”
 
'BETALKIRINA PARLAMENTERIYÊ Û VEKIRINA DOZA GIRTINÊ NE TESADUFÎ NE' 
 
Çîftyurek destnîşan kir ku xistina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doza girtina HDP’ê ne tesadufî ne û wiha axivî: “Li hember partiyek ku temsîlîyeta 6 milyonan zêdetir dengan dike doza girtinê vekirin, şaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji kar dûr xistin, bê navber hilweşandina destnedayîna parlementerên HDP'ê, girtin û avêtina hefsê ya hevserokên giştî yên partiyê û bi hezaran rêveber û siyasetmedarên wê bi gotina herî sivîk binpêkirina serdestiya hiqûqê ye. Ji salên 90'an heta niha hikûmetên Tirk li hember gelê me yê bi biryarî di qada siyasî de têdikoşe û mafê xwe yê makeqanûnî yê avakirina partiyên siyasî bikartîne, şerekî ku hiqûqê bin pê dike dimeşînin. PAK, PSK, KKP û PDK-T ji ber ku peyva Kurdistan di navê wan de ye, li ber pêngava dawî a girtinê ne. Wezereta Karên Hundir a ku dezgehek rêveberiye ye û peywira wê a dadî tuneye, serlêdanên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) û PDK'ê (Tîrmeha 2017'an) asteng dike û daxwaznameyên wan red dike. 
 
Bi kurtasî ji ber ku em di çarçoveya têkoşînek qanûnî de ji bo çareseriyek siyasî, demokratîk û aştiyane bi biryarin, hewl didin ku bi tedbîrên derveyî hiqûqê û qedexe kirinan me bêdeng bikin. Israrkirina desthilatdarîyê ya bi vê helwesta xwe ya sîyasî, ku çareseriyên leşkerî yên berê hatine ceribandin û bo aştiyê encam nadin dubare dike, ne tu rê ye û alozî ye. Dengdêrên kurd ji bo demokrasiyê, guherînê û veguherinê aktorek girîng ê siyasî ye. Divê rola wan a guherînên di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'ê neyê ji bîr kirin. Pirsgirêkên gelê kurd hene. Em bawer dikin çareseriya van pirsgirêkan bi riyek sîyasî, demokratîk û aştiyane pekane ye. Ji ber wê em dixwazin bi awayek qanûnî xwe bi rexistin bikin û têbikoşin.”
 
‘DIVÊ HERKES LI DIJÎ NEHEQIYÊ DENGÊ XWE DERXÎNE’
 
Çîftyurek di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Divê li gor norm û peymanên navnetewî pirsgirêka kurd were çareserkirin. Divê Tirkiye serdestiya hiqûqê, mafên mirovan û azadiya heqê rexistinbûyînê jî tê de hemû mafên bingehîn yên pergalek demokratîk di çarçoveya normên navnetewî bicihbîne û garantî bike. Em bang li hêzên demokrasiyê û muxalefetê dikin; werin bi hêzên qanûnî û siyasî yên gelê me re piştgiriyek aktîf bikin û li hember neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Em wek partiyên siyasî, hereket û saziyên li jêr îmzeyên wan hene, doza girtinê a li hember HDP'ê hatiye vekirin bi awayek tund şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiya Newroza 2021’an bibin û iradeya xwe nişan bidin. Em gelê xwe, partî û hêzên ku baweriya wan bi demokrasîyê hene, li dijî doza girtina HDP'ê banga piştevaniyê, li xwedî derketina mafên mirovan, têkoşîna azadiyê, demokrasî û serdestiya hiqûqê dikin.”
 

Sernavên din

21/03/2021
08:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 115'emîn de didome
07:53 Berteka jinan: Zilam tundiyê dikin, dewlet diparêze
07:52 Li Gola Masiya erebî, tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî tune ye!
07:51 Dê jin dev ji jiyana xwe bernedin
07:50 Ciwanan Agirê Newrozê li gelek qadên Gever û Şemzînanê geş kirin
07:47 ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'AN
07:28 Rojnamegerê Firansî yê xwest Newrozê bişopîne dersînor kirin
07:16 Polîsan Gergerlîoglu li Meclisê binçav kirin
20/03/2021
21:43 Li Agirî û Şirnexê pîrozbahiya Newrozê
21:27 95 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:15 Li Tûzlûçayirê Newroz hat pîrozkirin
21:05 Li Mûglayê gel di Newrozê de hatin cem hev
17:29 Ji Newroza Çewlikê berteka girtinê: Hodrî meydan
17:22 Qada Newrozê li benda gele
17:11 Xelkê li Meydana Gundogdû bertek nîşan tecrîdê da
16:57 Semsûr, Meletî û Mereş xwedî li HDP'ê derketin
16:55 Şenoglû: Newroz hêvî be, hêvî li Îmraliyê ye
16:54 Li Stenbolê Newroz bi dûrişmeya "Azadî" bi dawî bû
16:40 Li Çanakkale û Tekîrdagê coşa Newrozê
16:40 Li Antalyayê bi hezaran kes Newroz pîroz kirin
16:12 Bakurê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê yên sibê amade ye
16:11 Gel li dora agirê Newrozê kom bû
15:41 Buldan: Qadên Newrozê yên Stenbol û Amedê bersiva vekirina doza girtina HDP’ê ne
15:21 Gergerlioglu: Me agirê Berxwedanê li Meclîse pêxist
15:15 Platforma KHK’iyan: Divê HDP li Meclîsê be
15:01 Li Cizîrê gel vexwendin Newrozê
15:00 Bi dirûşmên xwe peyam dan AKP’ê
14:59 Bersiv dan doza girtina HDP’ê
14:49 Derket holê ku biraziyê pîra 70 salî ew kuştiye
14:35 Ji bo tevlêbûna Newroza Dersîm û Sêrtê bang kirin
14:23 Tevî barana zêde gel herikin qada Gundogdûyê
14:05 Li Colemêrgê tundiya polîsan
14:02 Gergerlîoglû wê ji Meclisê tevlî Newroza Kocaeliyê bibe
13:52 Qada Yenîkapiyê tije bû: Faşîzm wê têk biçe û gel bi ser bikevin
13:46 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin
13:40 Ji bo girtiyê nexweş Ongûllû banga berdanê kir
13:37 Bi hinceta tevlî merasîma cenazeye birayê xwe bûne hatin binçavkirin
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir