ŞIRNEX - Li navçeya Cizîr a Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Endamê Meclîsa HDP'ê Azad Polat, Aktîvîsta TJA'yê Hediye Yayik, Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Can û welatiyê bi navê Resul Salsak hatin binçavkirin.
4 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedemê binçavkirinê nehat hînbûn.