WAN - Rojnameger Arîf Aslan ku bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin beraet kir.
Rojnameger Arîf Aslan, dema wêneyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dikişand, bi îdeaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin. Piştre doz li wî hatibû vekirin. 12'emîn danişîna doza Aslan li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Aslan tev li danişînê nebû. Lê parêzerên Aslan beşdarî danişînê bûn. Parêzeran parastin kir û diyar kirin ku Aslan di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de wêne kişandine û xwestin bê beraetkirin. Piştî parastina parêzaran heyeta dadgehê der barê Aslan de biryara beraetê da.