Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve

img

ENQERE - Serokên giştî yên DEP, DEHAP û HADEP’ê ku hatin girtin diyar kirin ku HDP berdewama kevnşeopiya 30 salan e û gotin: “HDP wê bibe loqmeyek ji hesin û yên dixwazin wê daqûrtînin dê diranê wan bişkîne.” 

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina HDP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz vekir. Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP) a hatibû girtin, Serokê Giştî yê DEHAP’ê ya hatibû girtin Tuncer Bakirhan û Hamît Geylanî yê sekreteriya giştî ya HADEP’ê birêve dibirin têkildarî doza girtina HDP’ê ji ajansa me re axivîn. 
 
DÎCLE: KOKÊN ME SAXLEM IN 
 
Hatîp Dîcle yê Serokatiya Giştî ya DEP’ê birêve dibir diyar kir ku di 18’ê sibata 1994’an de navenda giştî ya DEP’ê û 8 avahiyên partiya wan hatine bombebarankirin û partiya wan di heman salê de di meha hezîranê de bi biryara dadgehê hatiye girtin. Dîcle bal kişand ser pêvajoya girtina partiyên wê serdemê û wiha got: “Kokên me pir saxlem in. Patiya me ya ewilî Partiya Kedê ya Gel (HEP) di sala 1990’an de hat damezrandin. Piştî operasyona îmhakirina li dijî tevgera kurd di sala 92’yan de hat destpêkirin derbarê HEP’ê de doza girtinê hat vekirin û di encamê de hat girtin. Me li dijî vê wek tevdîr Partiya Demokrasiyê (DEP) damezrandibû. DEP li ser koalisyonek berfireh hatibû avakirin. Hema bêje tevahî tevgerên siyasî yên kurd têde cih digirtin. Partiyek berfireh bû. Lê temenê DEP’ê 11 mehan berdewam kir. lê belê wek erdhejê Tirkiyê di warê siyasetê de hejand. Wek geşedanên îro ku em dişopînin partiya me DEP hat girtin û parlamenteriya me hemûyan hat betalkirin. Beriya parlamenteriyên me werin betalkirin li ser biryara Desteya Ewlehiya Millî (MGK) di adara sala 1994’an de vîna gel ji Meclîsê avêtin.” 
 
‘YÊ BIRYARÊ XWEDN ELEMANÊ ÇÎLLER Û GUREŞ E’ 
 
Dîcle destnîşan kir ku heman zîhniyet îro jî berdewam dike û wiha got: “Vekirina doza girtina li dijî HDP’ê rûyê rast ê Tirkiyê ku li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê tevdigere û helwesta wan a 27 salan qet neguheriye nîşan dide. Hem parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû xistin û hem jî doza girtinê li HDP’ê vekirin. Biryara betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglû ji aliyê Celal Adan ê MHP’yî ve hat xwendin. Celal Adan di serdema me de jî parlamenterê DYP’ê bû. Ew jî yek ji elemanê klîka Tansû Çîler û Dogan Gureş ên di serdema wan de 17 hezar faîlên nediyar pêk hatin û 4 hezar gundên kurdistanê hatin şewitandin. Ew kes îro dîsa vaye li ser heman dikê ye. Vê carê wek Cîgirê Serokê Meclîsê rezaletiya xwe nîşan da.” 
 
‘GIRTIN WÊ WISA NE HÊSAN BE’ 
 
Dîcle anî ziman ku HDP berdewamiya kevneşopiya 30 salên dawî ye û got: “Qet û qet wê bi ser nekevin. Em wek dewama 30 salên dawî ne. HDP jî li ser van kevnşopiyan bilind dibe. Me di wê serdemê de çawa li ber xwe da û em çawa ji girtîgehê derketin û me têkoşîna xwe dewam û mezin kir wê dîsa wisa bibe. Girtina HDP’ê wê wisa ne hêsan be. Wê gelê me li ber xwe bide. Bila gumana kesî di vî warî de nebe. Wê kêfa wan di qirika wan de bimîne. HDP loqmeyek ji hesin e û yên bixwazin wê daqûrtînin wê diranê wan bişikîne.” 
 
BAKIRHAN: NE HDP DIVÊ EV ZÎHNIYET WERE GIRTIN 
 
Derbarê Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) de jî gelek doz hatibûn vekirin û destûra xebatên wê siyasetê nedihat dayîn. DEHAP’ê ji ber zextên li ser di mijdara sala 2005’an de xwe fesh kir. Endam û rêvberên DEHAP’ê derbasî Partiya Demokratîk a Civakî bûn. 
 
Tuncer Bakirhan ê wê serdemê Serokê Giştî yê DEHAP’ê bû û niha Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ye derbarê vekirina doza li dijî HDP’ê de wiah got: “Partî encam in, ne sedem in. Yanî heta ku sedem li holê be, dibe nav, mekan û remza wê biguhere lê wê di şûna wê de gelek partî werin vekirin. Lê belê girseya hilbijêran baqî ye. Zext û zordariya li ser partiya me hin bêtir xelkê bi hêrs dike û li dora me dike xelek. Ew dikin ku hin bêtir gel xwedî li partiya me û xwe derkeve. Lê tevî van zextan jî em siyaseta demokratîk qebûl dikin. Li gel her tiştî jî em ê zemîna demokratîk bikar bînin. Em mirovatî û edaletê diparêz in. Em jiyanek bi rûmet diparêz in. Yanî yên werin girtin ne em in, yanî ya ku were girtin zîhniyet û aqilê heyî yê dewletê ye. Em ê her li vir bin. Me gelek girtinan dît, me gelek dadgehan dît lê belê em hêj li cihê xwe ne.” 
 
GEYLANÎ: EW Ê JÎ BIKEVIN ÇALA YÊN PARTIYAN GIRTIN 
 
HADEP jî dia dara 2003’yan de ji aliyê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Mustafa Mumin ve hatibû girtin. Hamît Geylanî yê wê demê Sekreteriya Giştî ya HADEP’ê dikir jî niha rewşa diqewime ne girtina HDP’ê ye girtina demokrasiyê ye û bi vê biryarê re mafê mirovan hatiye tunekirin. 
 
Geylanî destnîşan kir ku Tirkiye ango îqtidar bi girtina HDP’ê wê negihîje tu armanc û cihekî û wiha got: “Min ji HEP’ê heta niha di xebat û erkên hemû partiyan de cih girt û wezîfeyê xwe da ser milê xwe. Her cara ku partiyek me hat girtin gelê me ji nûve zindî bû û li ber xwe da. Heta têkoşîna xwe mezin kir û heta van rojan hat. Ji ber vê yekê vekirina doza girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriyê wê tu tiştekî nede destê Tirkiyê. Yên dixwazin HDP’ê bigirin jî wê bikevin çala yên partiyan girtin e. Niha ev rewşa ku AKP û MHP gihîştiyê li Tirkiyê têkçûna aborî, aştî, mafê mirovan û serweriya hiqûqê nîşan dide. Ev îqtidar jî dewama pêvajoyên din e. Nikarin tiştek bi dest bixin. 40 sal in dibêjin ‘em ê koka we bibirin’ lê belê tu tiştekî bi dest nexistin. Wê ji niha şûn ve daxwazên demokratîk ên gel hin bêtir bilind bibin û bi ser bikevin.” 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

19/03/2021
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike