ENQERE - Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê, dê sibê civîneke awarte li dar bixe.
Endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî biryara Dadgeha Bilind a derbarê girtina HDP'ê de, li Meclîsê li hev kom bûn. Di civînê de biryara navbirî hat nirxandin. Dê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn bûldan û Mîthat Sancar, bi awayekî nivîskî daxuyaniyekê parve bikin.
Her wiha Endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê li Navenda Giştî ya Partiyê civîneke awarte li dar bixin. Piştî civînê jî dê Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay daxuyaniyê bide.