Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar banga ‘çareseriya adilane û bernameya aştiyê’ li mûxalefetê kir û diyar kir ku divê xwedî li deklarasyona Newrozê ya Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan were derketin.
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di civîna komê ya partiya xwe de axivî. Sancar, diyar kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin daketine qadan û got, “Ji ber pandemiyê me dîmenên wisa bi coş nedîtibû. Vê çalakiya jinan cesaret da me. Ez jinên berxwedêr û têkoşer ên li qadan silav dikim.”
 
‘LI HELEBPÇEYÊ BI HEZARAN KES HATIN KUŞTIN’
 
Sancar, derbarê salvegera 33’emîn a Qetlîama Helepçeyê de jî axivî û got, “Beriya niha 33 salan li Helebçeyê bêhneke xweş a sêvan belav bû. Piştî çend deqîqeyan bêhna wan çikiya. Bi bombeyan piraniya wan jin û zarok 5 hezar kes hatin kuştin.7 hezar kes birîndar bûn. Ev sûcê li dijî mirovayetiyê ye, hovane ye. Ev qirkirin e. Em bang li qada navneteweyî dikin, bila Helepçeyê nas bikin da ku bibe roja bibîranînê ya navneteweyî. Di operasyona Enfalê de bi giştî 182 hezar Kurd hatin kuştin. Ev êş hê jî didome, ji Kobanê heta Şengalê xwe dide der.”
 
‘DESTHILATDARIYÊ GEL TERKÎ ŞEWBÊ KIR’
 
Sancar, derbarê şewbê jî diyar kir ku desthilatdariyê gel terkî şewbê kiriye û got, “Feraseta desthilatdariyê ev şewb ji xwe re kir firsende tehakum û rantê. Ji ber van polîtîkayan di nava salekê de 6 milyon kes bêkar man. Êdî TUÎK jî nikare van rastiyan veşêre. Ev polîtîkayên rantê xwe li ser her tiştî dibînin. Her roj tabloyên Covîd-19’ê tê eşkerekirin, tekane wateya van tabloyan heye. Mikurhatina rêveberiya xerab. Sermesel plana çalakiyên ji bo mafê mirovan eşkere dikin ev jî tê wateya mikurhatina ku wan çawa pergal mafên mirovan hilweşandine. Ew bi xwe li vî tiştî mikur tên. Em dizanin ku plana çalakiyên ji bo mafê mirovan bi têkoşîna hevpar a kedkar, karker, bindest, Kurd, Tirk û Elewiyan pêk were. Divê em jî têkoşînê geştir bikin. Heman tişt ji bo planên çalakiyên ekonomîk jî wisa ye. Dema mirov li plana wan dinihêre, ev tişt tê dîtin ku wan çawa ekonomî hilweşandine.
 
FEZLEKEYÊN QIRKIRINA SIYASÎ
 
Fezlekeyên derbarê parlementerên me tên rojevê. Ji bo ku kargehên hatine girtin, neyên axaftin girtina HDP’ê nîqaş dikin. Dema ku nikarin bêkarî, enflasyonê û dolar bixin, zextan li partiya me û mûxalefetê dikin. Lê ew çi bikin jî gel li ser biryara xwe be, mûxalefet yekîtiyeke xurt pêk bîne, wê ev hesabên desthilatdariyê pûç bike. Rojeva kolanan birçîbûn û hejarî ye. Li her derê bêkarî heye. Li hemberî van polîtîkayan hêrs û lêgerîna guherînê jî heye. Peyama kargeh û dikanên hatine girtin gelekî zelal e. Divê mûxalefet berpirsariya xwe bi cih bîne.
 
NEWROZ TÊ WATEYA BERXWEDANÊ
 
Em dikevin hefteya Newrozê. Newroz sembola hêviya jiyana nû ye. Newroz navê berxwedan û edaletê ye. Newroz bîra civakî ya lêgerîna aştî û çareseriyê ye. Gelên qedîm ên li ser vê axê 100 sal in li pey aştiyeke adilane ne.
 
Divê em Newroza sala 2013’an bînin bîra xwe. Divê em qelebalixiya li wir û peyamên dîrokî yên li wir bînin bîra xwe. Pêvajoya çareseriyê hebû û ji ber hesabên desthilatdariyê ew pêvajo bi dawî bû. Piştî ku mase hatin wergerandin berdêla wê gelekî giran çêbû. Li holê ne demokrasî ma, ne hiqûq ne jî edalet. Di Newroza 2013’an de bangeke girîng hatibû kirin. Ew banga wê rojê li wir hate xwendin divê îro jî xwedî lê were derketin. Têkoşîna ji bo aştiyê her dem bûye rêyeke divê berdêl were dayîn. Em aştiyê ji vê desthilatdariyê naxwazin. Heke di doza Kurdan de em ê ber bi çareseriyê ve biçin, navnîşana vî tiştî civak bi xwe ye, hêzên demokrasî û mûxalefet e. Mûxalefet û hêzên demokrasiyê divê çareseriyeke demokratîk û aştiyeke adilane deyne ber xwe. Ne dema vî tiştî ye ku em bi nîqaşên manîpulatîf xwe biştexilînin. Ji ser wê 8 sal derbas bûbe jî bingeh û zemîna banga aştiyê ya li qada Newrozê ya Amedê xwe dispêre hevgirtina hêzên civakî. Bi ked û cesareta vê hevgirtinê mirov dikare li ser vê rêyê bimeşe. Em îro jî xwedî li wê bangê derdikevin. Em baweriyê bi hêza aştiyê tînin.
 
Banga xurt a ku wê Newroz derxe holê wê li vî welatî çareserî û aştiyê bi xwe re bîne. Ev îrade wê tevî aştiyê demokrasî û edaletê ji nû ve ava bike. Em bi vê heyecanê amadekariya Newrozê dikin. Ev hevdîtina hêviyê ye. Ev baweriya li dijî zilmê û berxwedana li hemberî zilmê ye. Ev rêwîtiya ber bi aştiyê ye, hevdîtina demokrasiyê ye, li hemberî zilmê meşa têkoşînê ye. Newroz roja nûkirina jiyanê û jiyana nû ye.” 
 

Sernavên din

17/03/2021
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir