Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş îro derket pêşberî dadger. Gotinên Demîrtaş ên li şandeya dadgehê kir mohra xwe li danişînê dan. Demîrtaş got: “Îqtidar wê di vê hilbijartinê de ji sedî 99 biguhere û hûnê hesabê kirinên li hember min bidin. Bila danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bibe.”    
 
Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê negirtî jê tê darizandin li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye tê lidarxistin. Demîrtaş bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarî danişînê bû û parastina xwe kir. 
 
Demîrtaş di parastina xwe de li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê wî de dabû ku serbest were berdan rawestiya û bertek nîşanî şandeya dadgehê da ku biryara DMME’yê derbasî girtekê nekir. 
 
Demîrtaş di parastina xwe de wiha axivî: 
 
“Ji ber wêrekiya dadgehê we pîroz dikim. We van hewldanên DMME’yê tomar kir. Em HDP’yî bûn. Em Hevserokên Giştî yê Partiyê bûn. Me bi nasnameya vekirî siyaset kir. Me xwe neveşart. We jî xebatên xwe yên siyasî kir. Lê we hewcehî pê dît ku veşêrin. Ev salek e derneketime danişînê. Di nava salekê de Dadgeha Destûra Bingehîn di hezîrana 2020’an de derbarê we de biryara ‘binpêkirina maf’ da. DMME’yê biryara herî giran a binpêkirina maf da. Parêzerê min jî xwest balê bikişîne ser vê yekê. Qey meriv dibêje div ê pêvajoyê de tiştek nebûye û hûn dibêjin heta îro me çi xebata kiriye bidomînin. Lê ev ji me ne derbasdar e. Biryarên giran ên dadgeha netewî û navnetewî hene. Lewma ji bo ew biryar di girtekê de werin nivîsandin mafê me ye ku em li bendê bisekinin.
 
WE BIRYARA DMME’YÊ HILNEDA DOSYEYÊ JΠ
 
Di biryara DMME’yê de 5 binpêkirin hene. We yek jî li ber çavan negirt. Ew serşêwirmendê li Qesrê Mehmet Ûçûm fermanê dide we û hûn jî pêk tînin. Zilam li Qesrê ferman dide we û hûn jî pêk tînin. Hûn nikarin bêjin ‘tu kî yî Mehmet Ûçûm fermanê bidî me’. Çima? Çimkî Mehmet niha li Qesrê ye. Ez Mehmet nas dikim zanista wî ya hiqûqê berbat e. We biryara DMME’yê negirt dosyeyê jî. Hûn li ser zanyariyên Mehmet Ûçûm tevger dikin. Lê belê divê we wan fermanan daf bide û bixista. 
 
EZ HELWESTA WE KU EŞKERE BIN PÊ DIKIN PÎROZ DIKIM 
 
Em li bendê bûn ku dadgeha we xal bi xal biryara DMME’yê vegota û behsa wan bikira. Heke biryara binpêkirinê hatibe dayîn divê dadgeha we van binpêkirinan ji holê rake. Lê hûn nikarin bikin. Çimkî serokê we yê giştî Erdogan e. Erdogan ji we re got ‘Ne hedê min e ez tevli darazê bibim, lê belê terorîstê wek Selahattîn Demîrtaş neparêz in’. Erdogan ragihand ku wê mafê min neyê parastin. We jî viya ragihand û dest pê kir. Ji ber vê yekê ez we pîroz dikim. Ji ber vê helwesta we ya zelal ez we yek bi yek pîroz dikim. Ji bo ku we biryarek giran a binpêkirina maf bi Tirkiyê da qezenckirin we pîroz dikim. 
 
DMME’YÊ XEBATÊN WE NIRXAND 
 
Yên mafê min biparêz e hûn in, ne Erdogan e. Niha tu bêalî û serbixwebûna we nîne. Çimkî bûye cihê nîqaşê. Ji ber em li Enqereyê ne ez Atakuleyê mînak nîşan bidim. Em li bin Atakuleyê rûniştine û nîqaş dikin. Em dibêjin ev Atakule heye û hûn jî dibêjin nîne. Û em vê nîqaşê jî li bin Atakuleyê dikin. We xebatek siyasî birêve bir. Beriya niha bu du salan biryarek din jî ya DMME’yê heye. We got ev biryar teqez nebûye. We got me eleqedar nake û nesepand. Me got baş e. Me li dijî vê xemsariya we îtîraz kir û me dozê bir Daîreya Mezin a DMME’yê û xebatên wê yên darazê li ser maseyê yek bi yek hatin nirxandin. Derbarê we de biryara hûn neheqin hat dayîn. Di 5 xalan de biryara binpêkirina maf a we daye hat dayîn. Biryar hat dayîn ku hûn bi biryarên siyasî tevger dikin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî beriya biryara DMME’yê diyar kir ku dema girtina min dirêj e. Mîna ku biryara van her du dadgehan tune be, hûn tevger dikin. Hûn nabêjin em ê çawa ji bin vê biryarê derkevin lê hûn xemsar tevdigerin. Qey meriv dibêje DMME’yê biryarek ku Bahçelî, Soylû û Erdogan eleqedar dike dide. Mîna ku DMME’yê vê biryarê nedabe hûn tevdigerin. 
 
HÛN XEBATA SIYASÎ BI RÊVE DIBIN 
 
Di vê darizandinê de em ne Destûra Bingehîn û ne jî Qanûna Cezayê Dadgehê, em qanûna hilbijartinê pêk bînin. Ji bo partiya hûn destek didinê were ser îqtidarê eşkere xebatên siyasî dikin. Hûn bûn alîkar ku peral biguhere. Hûn ji avakirina dîtkatoriya yek zilamî re bûn alîkar. Werin qanûna hilbijartinê pêk bînin. Min jî bigirin û serkeftina hilbijartinê ya we daye AKP û Erdogan ji Tirkiyê re vebêjin. We mudaxileyî Âiradeya Tirkiyê kir. Berdevkên we yên siyasî Erdogan, Bahçelî û Soylû dibêjin û hûn tişta hewce dike pêk tînin. 
 
ÎNSAN JI BER BIRYARÊN WE XWE DIŞEWITÎNIN 
 
Ez nûçeya ‘Welatiyê got zarokên min birçî ne û xwe şewitand’ nîşan bidim. Ev encama pergala ku we piştigirî dayê ye. Hûn hevkarê vî sûcî ne. Ji ber ku ev 4 sal in hûn xebatên siyasî birêve dibin. Em li benda we bûn ku hûn di çarçoveya biryara DMME’yê de tevger bikin. We rasterast îdianameyan xwend. Halbûkî DMME’yê biryar û darizandinên we bi matmayî dîtine. 17 endamên DMME’yê bi matmayî we pêşwazî kirine. 
 
EZ Ê HESAB BIPIRSIM 
 
Hûn hêjî li xala we 14 sal berê dest pê kiriye ne. Hûn biryarên Destûra Bingehîn nas nakin. Lê belê Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser navê we dibêjin û hûn jî tişta pêwîst dikin. We di biryarek xwe de negot ‘biryara DMME’yê û Destûra Bingehîn me eleqedar dike, em lêkolîn dikin û wê binpêkirina mafan ji holê were rakirin’. Ev tam 4 sal in Tirkiye ji ku hat ku. Hûnê bi vî awayî ji têkbirina Tirkiyê re bibin alîkar. Ji kerema xwe hiqûqê bisepînin û adilane tevbigerin. Mesele ne ez im. Her biryarek hûn bigirin wê li Tirkiyê têkiliya daraz û siyasetê kûr bike. Wê çetewariya di nava dewletê de zêde bike. Wê bibe ku êdî birêveberî û her saziyê li ser navê hikumteê tevger dike nikaribin hesab bidin darazê. Ez bi nasnameyên xwe hemûyan re li hev im. Ez kurd im lê belê ne nijadperest im. Lê ez bawerim hûj nijadperest in. Baş e, gelo hezkirina ji miletê xwe ev e? We bi xebatên xwe yên darazê piştgirî da vê yekê. Heke hûn bêalî nemînin ew nivîsa ‘milk’ a li pişt we wê hilweşe. Niha dewlet nîne. Sazî û dezgeh naxebitin. Niha qeymeqamek nikare bi serê xwe biryarek bigire. Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn nikarin biryar bidin. Çimkî birêveberiyê dest daniye ser her tiştî. Qet nebe hûn bi edaletî tevbigerin. 
 
Di oxira vê îqtidarê de xwe xerc nekin. Wê di vê hilbijartinê îqtidar ji sedî 99 têk biçe û biguhere. Wê gazî we bibin komîsyona darazê. Dosyeyên me yên derbarê we de wê parlamentoyek din ji we bipirse. Qesem û qerarê Xwedê li canê min ê şikestî be, ez ê li pêşberî hiqûqê hesabê her tiştî ji we bipirsim. 
 
BILA DOZA MIN TALOQÎ TÎRMEHA 2023'YAN WERE KIRIN 
 
 Ez dixwazim daxwazên xwe bêjim. Daxwaza min ew e ku danişîn taloqî piştî hilbijartinê tîrmeha 2023’yan were kirin. Dosyeyê taloq bikin, silav bidin Bahçelî jî ka em binêrin wê ew silava we bigire? Rakirina destnedayînan li dijî Destûra Bingehîn e. Di biryara DMME’yê de ev rewş hatiye tespîtkirin. Ez dixwazim hûn ji bo ev xal were betalkirin serî li AYM’ê bidin. Heke hûn ji xwe re nakin xem û we bala xwe dabe ser hilbijartinê, ez firsetê bidim we. Dosyeya min a li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê jî bi vê dosyeyê re bikin yek. Hûn ê di vir de qanûnek baştir a hilbijartinê bisepînin. Heke hûn van nekin jî ez daxwaziya ‘reda dadgerî’ dikim.” 
 
Şandeya dadgehê piştî parastinê navber da danişînê. 
 
 

Sernavên din

17/03/2021
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir