Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike

img
AMED - Komxebata Tifaqa Kurdistanî bi wesîleya Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek hevpar da û diyar kir ku Komkujiya Helebceyê îro jî li Kurdistanê berdewam dike û li dijî komkujî û êrişan banga yekîtiyê li rêxistin û partiyên kurd hat kirin. 
 
Partî û tevgerên siyasî yên kurd ku Komxebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin bi wesîleya Komkujiya Helebceyê li Navenda Giştî ya PDK-T’yê ya li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserok, serok û nûnerên partiyên siyasî û tevgeran beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Metna daxuyaniya bi kurmancî ji aliyê rêveberê PDK-T’yê Ozan Kardaş ve hat xwendin û metna tirkî jî ji aliyê rêveberê Partiya Azadî Cemal Sati ve hat xwendin. 
 
Metna daxuyaniya hevpar wiha ye: 
 
“Qetlîama li ser kurdan li Helebceyê ya ku di 16’ê Adar 1988’an de qewimî bû îro jî li çar perçeyên Kurdistanê didome. Axa Mezopotamyayê piştî ku li ser dewlet hatin sazkirin, hetanî îro her bi qetlîam, dagirkirin û bi talanê re rûbirû maye. Ji gelên kevnar yên li ser vê axê kurdan jî, her di bin bandora van qetlîam, dagirkirin û talanê de mane. Her tim lêgerîna wan a azadiyê û hewldana wan ên jiyaneke wekhev bi êriş û zextan hatine astengkirin. 
 
DI ARÎFEYA NEWROZÊ DE KOMKUJÎ PÊK HAT
 
Bi Peymana Lozan a ku bi hewldanên dewletên emperyal pêk hatibû, Kurdistan kirin çar perçe, gelê kurd bênasname hiştin û li ser axa xwe kirin penaber. Li çar perçeyan kesên ku li hember zilmê derketin jî bi êrişan bêbandor kirin. Di dawiya salên 1970'î de tevgerên azadiyê yên li cîhanê bandora xwe li ser Kurdistanê jî kir û li vir jî têkoşîna rizgariya netewî hate dayîn. Yek ji van têkoşînan jî li Başûrê Kurdistanê hate dayîn. Rejîma faşîst ya Iraqê ji bo vê têkoşînê têk bibe zext û dijwariyê li ser kurdan zêdetir kiribû. Berî Helebceyê êrişa xwîndar Enfal da destpêkirin. Di êrişa Enfalê de bi hejmarên fermî 182 hezar kurd hatibûn qetilkirin, bi sed hezaran kurd jî mecbûr mabûn ku ji axa xwe koç bikin. Gund hatibûn şewitandin û rûxandin. Li bajarê Helebce, di demeke ku kurd di Adara 1988’an de amadekariya pîrozkirina cejna xwe ya netewî dikir de, rejîma Baas ku di bin rêveberiya Saddam Huseyîn de bû, êrişa kîmyewî pêk anî. Sedema vê êrişê ku li ber çavê hemû dinyayê qewimîbû, têkbirina muxalefeta kurdan ku her pêşve diçû û gef xwarina li kurdan ku li ser her çar perçeyên welat jiyan dikirin bû. Welatên emperyal ên cîhanê bi bêdengiya xwe nêzîkîtêdayîna xwe ya li hember kurdan jî bi vî awayî dane xûyakirin.  
 
DAYÊ BÊHNA SÊVAN TÊ… 
 
Êrişa kîmyewî tenê ne êrişa li ser kurdan, êrişa li ser xweza û mirovan bû jî. Êrişa li ser erdnîgariya kurdan, li ser dar, ax û li ser her zindiyan bû. Di vê êrişê de ‘Dayê bêhna sêvan tê’ gotina herî dawî ya zarokan bû. Ev qetlîamên ku pê bi hezaran zarok hatin kuştin ne ya yekem ne jî ya dawî bû. Kurdên ku erdnîgariya wan hatibû dagirkirin, li welatê xwe bênasname hatibûn hiştin û axa wan ji aliyê hêzên serwer ve hatibû perçekirin. Di têkoşîna lêgerîna azadiya xwe de bi gelek qetlîaman re rû bi rû mabûn. Piştî Helebce li Roboskiyê jî kurd hatin bombebarankirin, wek erdnîgariya kurdan bedenên kurdan jî hatin perçekirin. Bi sedsalan e qedera kurdan qet neguherî. 
 
HELEBCE, ENFAL, ROBOSKÎ, ŞENGAL… 
 
Dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe li hember qetlîamên ku li ser gelan tên kirin her bêdeng man. Helebce, Enfal, Roboskî, Şengal û hêj gelek qetlîam û êriş li ber çavên dewletên cîhanê qewimîn. Ne li hember kesên ku van qetlîaman pêk anîn, li hember kesên ku bêdeng nemane sekinîn. 
 
Ev qetlîam û erişên hovane herî zêde ji ber ku tifaqa kurdan a navxweyî tuneye bi hêsanî pêk hatin. Ji bo ku ev qetlîam û êriş careke din neqewimin û neyên dubarekirin divê kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin. Bes bi yekîtiya netewî û birêxistinbûna ji bo berjewendiyên me yên netewî em dikarin bi ser bikevin. 
 
BANGA YEKÎTIYÊ 
 
Dîrok daye xûyakirin ku kesên xwestine têkoşîna azadiya kurdan bi qetlîam û komkûjiyan tune bikin, ew bixwe tune bûne. Heqîqeta ku gelê kurd di riya azadiyê de derxistiye holê vê rastiyê nîşan dide. Dîrok carek din da nîşandan ku têkoşîna azadiya gelê kurd nikare bê astengkirin. Em bang li hemû gelê kurd ku li çar perçeyên Kurdistanê ne, li hemû rêxistin û partiyan dikin ku li dora yekîtiya netewî bicivin. Tevî vê bangewaziyê em qetlîamên Enfal, Helebce, Roboskî û bi dehan qetlîamên din lanet dikin û em dê tu caran qetlîama Helebceyê û qetlîamên din ji bîr nakin.” 
 
 

Sernavên din

17/03/2021
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir