Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim

img
ENQERE - Piştî biryara Dadgeha Bilind ya cezakirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu gihişt meclîsê, Gergerlioglu, diyar kir ku dê li meclîsê li ber xwe bide û wiha got: "Ez ê li meclîsê li ber xwe bidim. Ku tên min dibin jî bila min ji vir bibin. Wê wekî dîmena 1994'an derkeve holê. 
 
Dadgeha Bilind, 2 sal û 6 meh cezayê ku bi îdeaya “propaganda” kiriye li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû birîn erê kir. Piştî dadgehê ceza erê kir, biryara dadgehê gihişt meclîsê. Eger biryar li Lijneya Gişti ya meclîsê bê xwendin û lijne erê bike dê wekîltiya Gergerlîoglu bê xistin. Gergerlîoglu ji bo biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Gergerlîoglu, têkildarî biryara dadgehê û biryara ku li meclîsê bê dayîn ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) û komek rojnameger re axivî. 
 
DIVÊ LI BENDA NERÎNA AYM'Ê BIN
 
Gergerlîoglu, anî ziman ku di rewşa heyî de dikarin wekîltiya parlamenter bixin û wiha got: "Divê meclîs nerîna AYM’ê bistîne. Vîna gel esas e. Divê meclîs li benda nerîna AYM’ê raweste. Ji ber ku biryara dadgehê siyasî e. Min nûçeyek ku der barê wê de tu astengî tune bû li ser hesabê twîtterê parve kir û ji ber vê yekê ceza li min birin. Der barê min de biryarek neheq tane. Heqîtê dadgeha bilind ev yek îtîraz kir. Lê li hemberî 1 dengî bi 4 dengan biryar erê kirin. Biryarek bi şik e. Lê meclîs bi israr dixwaze vê biryarê bixwîne û erê bike. Bi lez dixwazin wekîltiyê bixin."  
 
Gergerlîoglu, da zanîn ku HDP, partiyek ku bi pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê re mijûl dibe û wiha axivî: "Ez jî wekîlê HDP'ê me. Di heman demê de parazvanê mafên mirovan im. Xistina wekîltiya min dê şik û gumanên der barê mafên mirovan de bîne rojevê. Ji ber ku min revandina mirovan, îşkenceya li mirovan tê kirin û tazîkirina mirovan anî rojevê. Min neheqî anî rojevê û niha bê heq û bê hiqûq hewl didin min ji meclîsê bavêjin. Hewl didin min bavêjin girtîgehê. Hemû binpêkirina mafan ên min anîn rojevê bê bersîv hatin hiştin. Ji ber min cil ji ser vê yekê avêt ji min hêrs dibin." 
 
BERSÎV NEDAN LÊGERÎNA TAZΠ
 
Gergerlîoglu, destnîşan kir ku rayedaran bersiv nedan pirsên wî yên lêgerîna tazî û wiha berdewam kir: "Bersîv nedan pirsên lêgerîna tazî. Raya giştî pir aşkere fam kir ku li Tirkiyeyê lêgerîna tazî heye. Îşkence heye. Fam kir ku rayedarên dewletê derewan dikin. Ji ber ku nekaribûn bersîvê bidin pirsên min. Lez dan darizandina min û dadgehê cezayê min erê kir. Ji ber min axaftinek Murat Karayılan parve kir, ceza li min birîn. Di pêvajoya çareseriyê de tiştê min got û parve kir, her kesî kir. Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, dîsa me rastî gotin. Ji ber em rastiyan tînin ziman em berdêwa wê didin. Min di pêvajoya çareseriyê de Mihmandariya Heyeta Aqilmend a Marmarayê kir. Kengî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû em kirin şeytan. " 
 
Gergerlîoglu, da zanîn ku tevî îxrac bû û ceza lê hat birîn jî têkoşîna xwe ya heqîqet û mafên mirovan her dem bawer kir û lê zêde kir: "Ez ê xizmeta civakê berdewam bikim. AYM’ê der barê wekîlê CHP’ê Enis Berberoglu de biryar stend. Dibe ku ev biryar dîsa li meclîsê vegere. Çawa ku Enis Berberoglu paşve vegeriya meclîsê, dibe ku ez jî vegerim meclîsê. Ez ê li Meclîsê bim. Bifikirim ku ez li meclîsê bim, wê wekîltiya min bixin. Ev ji bo demokrasiyê û vîna mîllî dê tiştekî pir giran be. Ji ber rewşek bi şik e. Biryar hêj neçûye Dadgeha Destûra Bingehîn. Biryar li gel îtîraza hekîm hatiye girtin. Pişti biryar bê girtin jî ezê li meclîsê bim û ez ji meclîsê naqetim. Ezê têkoşîna xwe ya li meclîsê berdewam bikim. Yên vî berdêlî bi min didin dayîn wê vî berdêlî bidin. Dê hemû Tirkiye û Cîhan vê yekê bibînin. Ez ê heta dawî li meclîsê li ber xwe bidim û ji meclîsê naqetim. Ez ê li meclîsê li ber xwe bidim. Ku ji vê relazetê razî bin dê dîmenên wekî yên salên 1994’an dubare bibin. Ji ber ku min aştî xwest min ceza dikin. 90 hezar kesan dengê xwe daye min. Bi vê yekê 90 hezar mirovî bi min re ceza dikin. Min ceza bikin jî dîsa ez wekîlê gel im."  
 
 
Gergerlîoglu, helwesta  muxaletefê jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Divê hemû hêzên muxalif li dijî vê binpêkirin û neheqiyê dengê xwe bilind bike. Ji ber li wekîlê HDP'ê vê yekê dikin bêdeng in. Îro vê yekê li min dikin dê sibê li we bikin. Ev ne tenê meseleya HDP'ê ye. Ev mesela mafên mirovan û meseleya her kesî ye. Divê her kes li dijî vê yekê bertekên xwe bîne ziman." 
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

17/03/2021
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir