Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan

img
STENBOL - Li Stenbolê agirê Newrozê ji sala 1979'an ve tê pêxistin. Newroza ku li Eywana Dawetê dest pê kir îro ji aliyê milyonan ve li Stenbolê tê pîrozkirin. Ji wê salê ve tevî hemû astengiyan jî Newroz hat pîrozkirin. Ji Newroza bi beşdariya hezaran kes dest pê kir îro gihîştiye milyonan û wê îsal azadî û serketin were qîrkirin.
 
Newroza Stenbolê wê Newroza îsal di 20'ê Adarê de li Yenîkapiyê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bi beşdariya bawerî û gelan hemû were pîrozkirin. Wekî salên dawîn îsal jî li bendê ye ku girseyek qelebalix beşdarî newrozê bibe û pîrozbahî were lidarxistin. Newroza Stenbolê ku wekî “Baxçeyê Gelan" tê pênasekirin, ji 40 salan zêdetir e tê pîrozkirin. Newroza ku di sala 1979'an de li Salona Dawetê ya Încî bi tevlibûna Hezar û 500 kesan dest pê kir, niha ji aliyê milyonan ve tê pîrozkirin. Agirê Newroza ku 42 sal berê li taxên Stenbolê pêket, di 2015’an de li qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin. 
 
JI TAXÊ DEST PÊ KIR Û LI QADAN GEŞ BÛ 
 
Newroza ku di sala 1979'an de li salona dawetê dest pê kir û heta salên 1990’an di nava kolan û taxan de hat pirozkirin, piştî salên 1990’î tax bi tax li nava Stenbolê belav bû. Piştî bi sed hezaran kurdên ku mal û gundê wan li bajarên Kurdistanê şewitîn û koçî Stenbolê kirin çanda pîrozbahiya Newrozê bi xwe re birin kolan û taxên Stenbolê. Piştî koçberiyê dest pê kir, agirê Newrozê jî sal bi sal li tax û navçeyên Stenbolê geş bû û belav bû. Yekem car di 21'ê Adara 1995’an de Newroza girseyî li Parka Saraçhane ya Fatîhê hat pîrozkirin. Polîsan bi awayekî tund mudaxaleyî girsê kiribû û bi dehan kes hatibûn binçavkirin. 
 
YEKEMÎN PÎROZBAHIYA LI KAZLIÇEŞMEYÊ 
 
Tevî hemû zext û tundiyê yekem car Newroz di sala 1996'an de Newroz bi girseyî li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû hat pîrozkirin. Zêdeyî 15 hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bû hevîya xwişk û biratiya gelan. 
 
DI SALA 1999’AN DE AGIRÊ SERHILDANÊ PÊXISTIN
 
Di sala 1997'an de bi tevlêbûna deh hezaran li qada Abide-î Hurriyetê Agirê Newrozê geş kirin. Di sala 1998'an de carek din li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû pîroz kirin. Di sala 1999'an de jî gelên Stenbolê li dijî komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi deh hezaran û bi silogana “Agirê Serhildanê" hat pîrozkirin. 
 
AGIRÊ SERHILDANÊ LI HEMÛ TAXAN BELAV BÛ
 
Newroza Stenbolê di 2000’an de bû agirê Serhildanê û li çar aliyên Stenbolê belav bû. Vê carê ne tenê gelê kurd, êdî gelên din û rengên din jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Tevî qedexeya Walîtiya Stenbolê jî di sala 2000’an de dîsa li Qada Abide-i Hurriyetê ya Şîşliyê ji aliyê deh hezaran ve hat pîrozkirin. Girseya ku li qadê kom bû rastî mudaxaleyên dijwar ên polîsan hatin. Bi sedan kes hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên rastî êrîşên polîsan hatin, di vegera tax û navçeyan de vê carê di saetên şevê de Agirê Newrozê li taxan belav kirin û li hemû taxên Stenbolê Agirê Newrozê geş kirin. 
 
HER DER BÛ AGIRÊ NEWROZÊ
 
Her ku qedexe zêde bû pîrozbahî jî belav bû. Walîtiya Stenbolê di 2001'an de dîsa qedexe kir. Lê vê carê Agirê Newrozê li hemû tax û navçeyên Stenbolê geş bû. Gel qedexe nas nekir û bi hezaran herikin Qada Kazliçeşmeyê. Tevî ku bi hezaran polîsan barîkat danîn û mudaxaleyî gel kir jî, gel astengî nas nekir û Newroz pîroz kir. Piştî gel agirê Newrozê geş kir polîsan mudaxale kir û li gelek cihan pevçûn derket. Di mudaxaleya polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên li taxên xwe vegeriyan vê carê li taxên xwe agir geş kirin. Dîsa mudaxaleya polisan li nava taxan belav bû. 
 
Waliyê Stenbolê di sala 2002'an de dîsa pîrozbahiya Newroz li Stenbolê qedexe kir. Lê dîsa gel qedexe nas nekir û Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran welatî derketin kolanan û Newroz pîroz kir. Di sala 2003'an de pîrozbahiya Newrozê di bin dagirkeriya DYA ya Iraqê de hat pirozkirin. Bi sed hezaran kesên tev li pirozbahiya Newrozê bûn şer şermezar kir. Newroza 2003'an bi tevlêbû gelê kurd û tirk a li dijî şer hat pîrozkirin. 
 
80 HEZAR KES BEŞDARÎ NEWROZÊ BÛN
 
Di sala 2004'an de, piştî salên 90’an yekem car Newroza herî bi coş û girseyî hat pîrozkirin. Nêzî 80 hezar Stenbolî li Qada Kazliçeşme kom bûn û bi coşek herî mezin Newroz pîroz kir. Ji 2004'an heta 2012'an navnîşana Qada Newrozê nehat guhertin. 8 salan li ser hev Newroz bi girseya herî mezin li Qada Kazliçeşme hat pirozkirin. Di 2012'an de dîsa Newroz qedexe kirin. Tevî ku qedexe kirin jî bi sed hezaran kurd herikîn Qada Topkapi û xwestin Newrozê pîroz bikin. Bi hezaran kesên ku xwestin ji Topkapi bimeşin Qada Kazliçeşmeye rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û zêde bombeyên gazê avêtin nava girsê Rêveberê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) yê Navçeya Arnavutkoyê Haci Zengîn di mudaxaleya polîsan de jiyana xwe ji dest da. 
 
JI HEZARAN BÛN SED HEZAR, JI SED HEZARAN BÛN MILYON
 
Piştî gel di 2012'an de qedexe û kuştin nas nekir di salên 2013, 2014 û 2015’an de dîsa bi sed hezaran Stenbolî berê xwe dan Qada Kazliçeşmeyê. Di Newroza 2013'an a li qada Kazliçeşmeyê bi tevlêbûna sed hezaran hat pîrozkirin. Nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk mohra xwe li Newrozê xist. Bi milyonan Stenbolî li Sûrên Stenbolê dirûşmeya “Bijî Newroz” berz kirin. Di pîrozbahiyên 3 salan de bi milyonan gelê Stenbolê ku di navde kurd, tirk, turkmen, çerkez, Pomak, LGBTÎ û anarjîst jî hebûn qada Newrozê kirin "Baxçeyê Gelan" ê Tirkiye. 
 
HER DER NEWROZ
 
Di 2016’an de wekî hemû Tirkiye li Stenbolê jî Newroz hat qedexekirin. Lê gelê Stenbolê dîsa qedexe nas nekir û dîsa tevî hemû astengî û qedexeyan li hemû tax û kolanên Stenbolê Newroz pîroz kir û Stenbol kirin. Beriya pîrozbahiyê Komîteya Amadekar a Newrozê xwest li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Her der Newroz her der berxwedan" pîroz bike. Lê ji ber Walîtiyê destûr neda û her derê qadê girt û avahiya HDP'ê dorpêç kir, li hemû tax û navçeyên Stenbolê hefteyekî li ser hev her der bû qada Newrozê û li her derê Agirê Newrozê geş bû. Bi sed hezaran di pîrozbahiya Newrozê de berxwedana xwerêveberiya cewheri silav kirin. 
 
VÊ CARÊ LI QADA KARTALÊ PÎROZ KIRIN
 
Di sala 2017'an de vê carê Newroza Stenbolê li Qada Kartalê hat pîrozkirin. Her çend Qada Kartalê ne navendî bû jî dîsa ji ber ku li wir destûr hat dayîn Bi sed hezaran kes herikî Qada Kartalê û bi dirûşmeya “Teqez em dê bi ser bikevin" Newroz pîroz kirin. 
 
Gelê Stenbolê ku qedexe û astengî nas nekirin û sal bi sal bi tevlêbûn û coşek mezin Newroz pîroz kir. Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê Newroza 2018'an di 21'ê Adarê de li Bakirkoyê bi bidrûşma “Newroz raperîn e! Li dijî faşîzmê bahara gelan e!" bi tevlibuna hemû bawerî û gelan pîroz bikin. Ji ber ku di sala 2018'an de li Efrînê şer hebû û tecrîdkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikir, peyamên sereke yên Newrozê Efrîn û tecrida li ser Ocalan bû.
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ MOHRA XWE LI NEWROZÊ DA
 
Di sala 2019'an de jî li Stenbolê Newroz bi dirûşma "Teqez em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin" li Bazara Gel a Bakirkoyê hat pîrozkirin. Temaya naveroka Newroza 2019'an rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Leyla Guven û bi hezaran girtî di Newroza 2019'an de di greva birçîbûnê de bûn. 
 
NEWROZ JI BER PANDEMIYÊ HAT BETALKIRIN 
 
Ji sala 1979’an heta sala 2019’an ku li gel hemû astengî û mudaxileyan jî li Stenbolê Newroz hat pîrozkirin lê belê di sala 2020'an de ji ber vîrûsa koronayê Newroz nehat pîrozkirin. Lê tevî betalkirina bernameya giştî ya Newrozê jî gelê kurd û gelên din wek salên 90'î li tax û malên xwe agirê Newrozê pê xistin. 
 
ÇAV LI SER ÎSAL IN 
 
Temaya Newroza îsal jî azadî û serketin e. Wê li Stenbolê di roja 20'ê adarê Newroz bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" were pîrozkirin û dê gel û baweriyên beşdar bibin dê azadiyê qîr bikin. 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

15/03/2021
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan