'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'

img

STENBOL - Mazlum Dogan li Zindana Amedê di 21'ê Adarê de bi 3 darikê çixatê agir berda bedena xwe û bû Kawayê Hemdem. Birayê Mazlum Dogan Fevzî Dogan anî ziman ku birayê wî wekî Kawayê Hemdem ketiye nava rûpelê dîrokê û wiha got: “Em bi ruhê Mazlûm ê berxwedêr dakevin qadên Newrozê û Newrozê pîroz bikin."

Kawayê Hesinkar li dijî Qralê Asûriyan Dehaq ê zilmkar Agirê Newrozê geş kir û serî hilda. Di ser Newroza Kawayê Hesinkar re 2633 sal derbas bûn. 2633 salin gelê Rojhilata Navîn Newrozê pîroz dike û agir geş dikin. Gelê Kurd jî li dijî zilma Dehaqan 2633 salin Newrozê pîroz dikin. Ji bo Kurdan Newroz bûye remza berxwedanê. Herî dawî li dijî zilm û îşkenceya piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an li Zindana Amedê di 21'ê Adara 1982'an de Pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan li dijî zilm û îşkenceyê di roja Newroze de bi 3 darikê çiqatê agir berda bedena xwe û bû remza Newroza hemdem. Piştî vê çalakiyê Kurdan çalakiya Mazlum Dogan wekî "Kawayê Hemdem" pênase kir û ket rûpelên dîrokê. Di nava Kurdan de piştî çalakiya Kawayê Hesinkar, çalakiya Mazlum Dogan bû remza herî girîng a Newrozê. Piştî Mazlum Dogan ev çalakî li dar xist, li ser çalakiya Mazlum gelek stran hatin strin. Gelek helbest hatin nivîsandin. Bû mîna efsane û çîroka dirokê. Mazlum Dogan, bi berxwedana li dijî zilm û îşkenceyê tê nasîn û zanîn. Li dijî Dehaqê hemdem ji bo Kurdan bû Kawayê hemdem û remza berxwedanê. Bi hezaran malbatan navê zarokên xwe kirin Mazlum. 
 
SALÊN ZANÎNGEHÊ
 
Mazlum Dogan li gundikê Seyidan ê Gundê Goman a Navçeya Mazgîrtê ya Dersimê di sala 1955'an de ji dayik bû. Dibistana seretayî li gund û dibistanên navîn jî li navçeya Qereqoçan a Xarpêtê berdewam kir. Piştre lîse li Dibistana Mamosteyan a Dersimê berdewam kir. Dogan li dibistanê her dem li dijî zilmê li ber xwe da û zilm qebûl nekir. Piştre ew û komek hevalên xwe sewqî Dibistana Mamosteyan a Balikesirê kirin. Dogan tevî hemû mercên xerab lîse li vir xelas kir. Piştre li Zanîngeha Hacettepe beşa Aboriyê kuta kir. Dogan di pola 3'emîn de dest ji zanîngehê berda û dest bi xebatên polîtîk kir.
 
Di 39’emîn salvegera çalakiya Mazlum Dogan de birayê wî Fevzî Dogan qala jiyana zarokatiya Mazlum û xebatên wî yên di nava tevgera azadiyê de kir. 
 
GELEK HEVALÊN WÎ ÇÊBÛN
 
Fevzî Dogan, anî ziman ku wekî gundiyên Mazgîrtê ew jî di şertên dijwar de jiyan û wiha got: "Me wê demê bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikir. Em di xaniyê yek odeyî de 7-8 kes bi hevre dijiyan. Mazlum hêj dema zarok bû bi sekna xwe û jiyana xwe kesekî wêrek, jîr û zane bû. Dema Mazlum zarok bû kesek bêar bû. Her dem bi liv û tevger bû. Dîsa gelek hevalên wi hebûn. Pêşengiya hevalê xwe dikir. Hinek lal bû, lê pir di axivî. Piştî zêde pirtûk xwendin laliya wî derbas bû. Pir hinek dikir. Heval li dora wî pir zêde bûn."  
 
DEMA ZAROK BÛ PIR WÊREK BÛ 
 
Fevzî Dogan, destnîşan kir ku gelek bîranînên wî yên zarokatiyê hene û wiha berdewam kir: "Ji bo ez wêrekiya wî bêjim ez bîraninek xwe parve bikim. Li nêzî gund Çemê Teman heye. Dema biharê berf dihile çem pir geş dibe. Li wir cihekî wekî sûlavê heye. Cihekî pir tirsnak e. Dema em rehet nedisekinînin, dayik û bavê me em ditirsandin û digotin 'em ê we bavêjin wê sûlavê' Me jî digot 'Carek din em nakin' Lê Mazlum neditirsiya. Digot 'Werin min bavêjin.' Pir wêrek bû." 
 
PIR DIXWEND
 
Fevzî Dogan, anî ziman ku li dibistana sereteyî û navîn dersên Mazlum pir baş bûn û wiha lê zêde kir: "Pir ji xwendinê hez dikir. Meraqa wî ya xwendinê pir zêde bû. Asta xwendin û çanda wî pir bilind bû. Li gel ku li Lîseya Mamosteyan xwend jî zanîngeha ku li Tirkiyeyê ya herî baş e qezenç kir. Pir jîr bû û pir dixwend. Piştî çû zanîngehê bi awayekî çalak tev li siyasetê bû. Piştî çû zanîngehê demek dirêj me agahî ji hev ne girt. Piştre me bihîst hatiye girtin û avêtine Zindana Amedê. Me nebihîstibû ku hatiye girtin û şandine Zindana Amedê. Salek şûnde piştî xizmekî me ji girtîgehê hat berdan em fêr bûn ku Mazlum girtî ye. Piştre em çûn girtîgehê me ew ziyaret kir. Ez çend çaran çûm ziyareta wî. Dema me ziyareta ewil kir hêj darbeya 12'ê Îlonê pêk nehatibû. Hêj Zindana Amedê nebiribûn navçeya Rezan. Girtîgehek sivîl bû. Me li wir bi awayekî asayî hevditin kir. Piştî zindana Amedê birin navçeya Rezan jî çend çaran çûm ziyareta wî. Lê mirov ji wêre jî nikare bêje hevdîtin. Hevdîtinan çend saniye an jî çend deqîqeyan dewam dikir. Ji xwe mirov pir zêde bûn." 
 
 
Fevzî Dogan, bal kişand ser çalakiya  Mazlum Dogan jî û wiha axivî: "Saziya ku min lê kar dikir, Midûrê wê saziyê bang li min kir. Got 'Birayê te li eskeriyê jiyana xwe ji dest daye. Piştre ez çûm Amedê. Xizmên me hatin. Me çû cenaze girt û em çûn Xarpêtê. Heta Xarpêtê eskeran da dû me. Me cenazeyê Mazlum li Gundê lê ji dayik bûye defin kir. Gelek caran difikirim ku dema Mazlum jiyabuya dê îro di çi astê de bûya. Xwesî îro bijiya. Lê mixabin, li dijî îşkence, zext û tundiya ku nayê kişandin çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Mazlûm her tim di dilê e û aqilê me de ye. Em di rojên Newrozê de bêtir wî bi hester û hezkirin bibîr tînin. 
 
KAWAYÊ HEMDEM E
 
Dogan, destnîşan kir ku gelê Kurd Mazlum Dogan wekî Kawayê Hemdem nas dikin û bibîr tînin û li ser navê wî stran û helbestan dinivîsin û ev yek wan pir kêfxweş û dilşa dike. Dogan, wiha got: "Newroz li Rojhilata Navîn tê pîrozkirin. Mazlum di şeva Newrozê de çalakî pêk anî. Gel qedr û qîmetek pir mezin dide Mazlum. Ji bo me ev yek pir bi nirx û pîroz e. Qîmetdayîna birayê min pir girîng e. Ji ber girîngî û wateya Newrozê birayê min di van rojan de bêtir tê bibîranîn. Her Newroz em bi hester û hezkiriunek mezintir wî bibîr tînin. Bi taybetî ji ber ku di Newrozê de wî bêtir derdixin pêş û bibîr tînin bêtir me kêfxweş dike. Ji bo me yek ji endamê malbatê ew qas girîng û bûbe sembol pir cihê kêfxweşiyê ye." 
 
BANGA TEVLÊBÛNA NEWROZÊ
 
Fevzî Dogan,  herî dawî Newroza hemû gelan pîroz kir û bang li her kesan kir ku bi ruhê Kawayê Hemdem û berxwedana Mazlum Dogan Newrozê pîroz bikin û agirê Newrozê geş bikin. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

15/03/2021
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan