Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e

  • jin
  • 09:01 12 Adar 2021
  • |
img

DÎLOK - Li Dîlokê 4 jinan bi hevdu re kuçeya dîrokî bi muzîkê şên kirin. Jin, li Mala Hunerê ya Lîlîthê, hem distrên hem jî perwerdehiya muzîkê didin. 

Li Taxa Bey ya navçeya navendî ya Şahînbeyê ya Dîlokê, 4 jin bi hev re li kuçeya ku malên ermeniyan lê ne "Mala Hunerê ya Lîlîthê" ava kirin. Jin, li vê malê perwerdehiya piyanê, gîtar, flutê û deng didin û di ber re jî distrên. 
 
Cemre Dûman ku tevê 3 mamosteyên jin perwerdehiyê dide, anî ziman ku solîstiyê dike û di ber re jî li flutê dixe. Dûman got: "Em dixwazin mirov berê xwe bidin hunerê." 
 
LÎLÎTH 
 
Dûman, bilêv kir ku heya 8 meh berê jî betal bûye û gava di vê kuçeyê re çûye û çav bi van xaniyên dîrokî ketiye û paşê xaniyek jê kiriye mala hunerê. Dûman got: "Ji nişka ve çêbû. Axirê min kargeha xwe vekir. Dû re em li ser nav fikirîn û me navê Lîlîth dît. Ji ber ku Lîlîth serîhildirê e û têkoşşer e, me ev nav li kargeha xwe kir." 
 
Dûman, diyar kir ku pêşî bi hevalên xwe yên mamoste yên mêr re xebitîne û dû re hin mamosteyên jin nas kiriye û niha bi wan re dixebite. Dûman, anî ziman ku niha mamosteyên Mala Hunerê ya Lîlîthê hemû jin in û got: "Têkiliyeke me ya xweş heye. Têkiliya me ne têkiliyeke patron-karker e. Em bi hev re hildiberînin û em xwe hîn bêtir azad hîs dikin. Gava em tiştekî hildiberînin û xîtabihî hin kesan dikin, em xwe pir baş hîs dikin." 
 
‘BI SER KETIM' 
 
Mamosteya Mala Hunerê xwendekara konservatuvarê ya Zanîngeha Dîlokê Newroz Ergun jî anî zimn ku xwestiye bibe hunermenda operayê, lê belê ji ber ku derfet çênebûne xeyala wê pêk nehatiye. Ergun, bilêv kir ku lê belê niha li Mala Hunerê ya Lîlîthê dersa deng dide û wan ji bo hunera operayê amade dike. Ergun got: "Di dema min de li Dîlokê kesên ku dersa operayê bidin tune bûn. Gava jin bi muzîkê re eleqedar dibû, wekî zînayê dihat hesibandin. Malbata min nedixwest biçim dibistanê. Gava biçûm bûm em diçûn Newrozê. Her cara ku dihatim malê, wekî ku di dest min de mîkrofon hebe, min kilam digotin. Malbata min dît ku li ber xwe didim. Ji wan tirê ez ê nikaribim bi ser bikevim. Lê min ev feraset şikandin û bi ser ketim." 
 
Ergun, destnîşan kir ku ew jin bi hev re bihêz in û got: "Em jin dikarin ji derheqê her tiştî derkevin. Em ne muhatcê mêran e. Gava em li bi hev re bin em pir bihêz in. Lewma divê em li her derî vê hêza jinê nîşan bidin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Xwendekara konservatuvarê ya Zanîngeha Dîlokê Zeynep Kaya jî dersa baxlemeyê dide. Kaya, anî ziman ku bi piranî bi jinan re dixebite û got: "Ji lew re, sedemek jinan heye ji bo têkoşînê. Jin li malê, li kuçeyê, li kar û di hunerê de tim li paş tên hiştin. Em, ji bo ku vê newekheviyê bişikînin têdikoşin." 
 
Kaya, destnîşan kir ku berê gava li hin cihwaran solîstî dikir, gelek caran hatiye tacizkirin û got: "Gava dixebitîm, çi bi nivîskî çi jî bi devkî gelek caran hatim tacizkirin. Yanî jin wekî objeyekê tê dîtin. Lewma min dev ji muzîka li cihwaran berda. Ev, ji ber pergala heyî ye. Divê jin li ber van pêkanînan bitêkoşin. Divê têkoşîna wan tim gavekê li pêştir be." 
 
MA / Bariş Polat

Sernavên din

12/03/2021
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn
13:42 Nûnerên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan
13:27 Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê were cezakirin
13:13 Daxwaza rawestandina darizandina Parlamenter Kaya nehat qebûlkirin
13:13 Jinên binçavkirî birin edliyê: Hilavêtin sûc hat hesibandin
13:06 Dozger xwest rojnamevan Boltan were cezakirin
12:53 Li Cizîrê di nav çend deqeyan de qamyonetek xasên bêheq xelas bû
12:53 TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir
12:36 HDP bi nivîskar û rojnamevanan re civiya
12:26 Tanrikûlû ji bo rojnamegerên êriş li wan tê kirin daxwaza lêkolîna meclisê kir
12:05 Jinên Şengalî dixwazin astengiyan derbas bikin: Jinek birîndar bû
11:57 Polîsan li Riha û Meletiyê 5 kes binçav kirin
11:50 Di doza KCD’ê de şertê kontrola edlî ya 28 kesan rabû
11:44 Hêzên Iraqê nahêlin êzidî bimeşin
11:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome
10:52 Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt
10:46 Jinên ku hatibûn binçavkirin wê derxin edliyeyê
10:11 Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze
Yên sûc kirine serbest digerin
10:02 Ji bo xwedî li cenazeyê keça xwe derket tê darizandin
09:57 Şîlan Elmas Kan: Bi KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 105 roj in berdewam dike
09:00 Derbarê 27 esnafên kurd de îdianame hat amadekirin
09:00 TÛHAY-DER: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
09:00 Li dijî qedexeya hezar û 571 rojî serî li dadgehê da
09:00 Ji bo ku qada hêşîn ji înşatê re veke 'mizgeft' kir amûr
09:00 432 roj derbas bûn, hê jî Dokû nehatiye dîtin: Dozgerî, 'em lêdikolin'
09:00 Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya 'Destpêkê Edalet'
09:00 Partiyên siyasî ji bo kampanyaya ziman bang kirin
09:00 Ji bo nûçeyê çû Sêwregê, lê 27 sal in venegeriyaye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2021'AN
10/03/2021
21:36 67 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 Cenazeyê Sozdar Aslanê piştî 17 mehan hat definkirin
19:37 Rojnamevan Guzupek hat berdan
17:09 2 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Gimgimê hat birîn
16:58 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste