432 roj derbas bûn, hê jî Dokû nehatiye dîtin: Dozgerî, 'em lêdikolin'

  • jin
  • 09:00 11 Adar 2021
  • |
img

DERSIM - 432 roj in xeber ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê nayê girtin. Dozgerê lêpirsînê jî ji mlabata Dokûyê re gotiye: "Em lêdikolin. Heger hewce be em ê gazî Zaînal bikin û îfadeya wî bigirin." Xwişka Aygul Dokû jî got: "Êdî tu tişt ji wê dosyeyê dernakeve." 

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû, ji 5'ê Çileya 2020'an heya niha winda ye. Lêpirsîna derbarê dîtina wê de hatiye destpêkirin jî wekî berê ye û tê îdiakirin ku Dokû xwe avêtiya Gola Bendava Ûzûnçayirê. Piştî vê ji 7'ê Çileyê heya 6'ê Tîrmehê gol hatibû kontrolkirin, lê belê cardin jî Dokû nehatibû dîtin. Malbata Dokûyê xwestibû ava bendavê bê kêmkirin. Piştî vê di 7'ê Tebaxê de ava bendavê hatibû kêmkirin û cardin, li nav avê li Dokûyê hatibû gerîn. Ev lêgerîn heya 18'ê Tebaxê dewam kiribû. Di 15'ê Cotmehê de cara sisêyan xebatên ji bo lêgerîna Dokûyê dest pê kiribûn, lê dîsa jî tiştek bi dest neketibû. Ji ber vê di 23'yê Mijdarê de hatibû ragihandin ku xebatên ji bo lêgerîna Dokûyê bi temamî hatine sekinandin. Her wiha ji ber ku tê îdiakirina ku Dokûyê "xwe kuştiye" vê îfadeya gumanbarê sereke Zaînal Abarakov jî nayê girtin. 
 
HAT ÎXRACKIRIN 
 
Ê ku lêpirsînê li ser asasê "xwekuştinê" saz kiribû jî polîs Engîn Yucel bû. Yucel, zirbavê Abarakov e. Piştî ku malbata Dokûyê gilî kiribû, Walîtiya Dersimê jî lêpirsîn dabû destpêkirin û di lêpirsînê de hatibû destnîşankirin ku Yucel agahiyên taybet ên ku diviyabû neyên aşkerekirin aşkere kiriye û dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Dersimê re hatibû şandin. Walîtiyê, paşê ji bo ku Yucel bê îxrackirin dosye ji Wezareta Karên Navxweyî re şandibû. Wezaretê jî Engîn Yucel îxrac kiribû. 
 
Her wiha malbatê di 25'ê Çileyê de hevdîtin bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re jî çêkiribû û Erdogan gotibû, "înşeleh em ê wê bibînin.' Piştî vê ji bo dosyeya Dokûyê dozgerek din hatibû peywirdarkirin. Malbata Dokûyê jî di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatibû Amedê û piştî daxuyaniyê tevî jinan ber bi avahiya walîtiyê ve meşiyabû. Malbata Dokûyê ji bo hevdîtinê bi Walî Ozkan re bike çalakiya rûniştinê li dar xistibû, lê belê hatibû gotin walî ne li cihê xwe ye. Piştî vê malbatê hevdîtin bi dozgeriyê re kiribû. 
 
Xwişka Dokûyê Aygul Dokû rewşa heyî nirxand. 
 
432 ROJ 
 
Dokû, bilêv kir ku ji bo rewşa lêpirsînê hevdîtin bi dozgeriyê re kirine û got: "Dozgeriyê tenê tiştek got; 'Em lêdikolin. Heger hewce be em ê gazî Zaînal bikin û îfadeya wî bigirin. Piştî ku malbata min hevdîtin bi serokomar re kir, dozgerekî din li dosyeyê nihêrî. Lê belê êdî tu tişt ji wê dosyeyê dernakeve. 432 roj in nehatiye dîtin. Ma ji niha û pê ve ê wê ji ezmanan bînin xwar? Me qurnefîla xwe danî dozgeriyê. Hêvîdar im fêm kiribin. Hevdîtina me nîv saetê dewam kir. Em li ser eynî tiştan axivîn. Asta dosyeyê, helwesta walîtiyê ye. Heger bibêjin, 'Em nikarin vê keçikê bibînin, quweta me nagihêjê' em cardin biçin Enqereyê. Tişta dibêjin, tenê ev e; 'em lêdikolin.'" 
 
ŞERMA HER KESΠ
 
Xwişk Dokû, destnîşan kir ku divê dosye rojek berî rojekê bê çareserkirin û got: "Jinek, 432 roj in winda ye. Em di sedsala 21'ê de xwedî her cure teknolojiyê ne. Ev, şerma welatê me û şerma me hemûya ye. Belkî jî niha tê îşkencekirin. Em bi tu tiştî nizanin. Hingî min pirsî, bêzar bûm. Hela em ê bibînin bê ev dozger çi bike." 
 
MA / Ayşe Surme 
 

Sernavên din

12/03/2021
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn
13:42 Nûnerên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan
13:27 Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê were cezakirin
13:13 Daxwaza rawestandina darizandina Parlamenter Kaya nehat qebûlkirin
13:13 Jinên binçavkirî birin edliyê: Hilavêtin sûc hat hesibandin
13:06 Dozger xwest rojnamevan Boltan were cezakirin
12:53 Li Cizîrê di nav çend deqeyan de qamyonetek xasên bêheq xelas bû
12:53 TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir
12:36 HDP bi nivîskar û rojnamevanan re civiya
12:26 Tanrikûlû ji bo rojnamegerên êriş li wan tê kirin daxwaza lêkolîna meclisê kir
12:05 Jinên Şengalî dixwazin astengiyan derbas bikin: Jinek birîndar bû
11:57 Polîsan li Riha û Meletiyê 5 kes binçav kirin
11:50 Di doza KCD’ê de şertê kontrola edlî ya 28 kesan rabû
11:44 Hêzên Iraqê nahêlin êzidî bimeşin
11:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome
10:52 Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt
10:46 Jinên ku hatibûn binçavkirin wê derxin edliyeyê
10:11 Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze
Yên sûc kirine serbest digerin
10:02 Ji bo xwedî li cenazeyê keça xwe derket tê darizandin
09:57 Şîlan Elmas Kan: Bi KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 105 roj in berdewam dike
09:00 Derbarê 27 esnafên kurd de îdianame hat amadekirin
09:00 TÛHAY-DER: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
09:00 Li dijî qedexeya hezar û 571 rojî serî li dadgehê da
09:00 Ji bo ku qada hêşîn ji înşatê re veke 'mizgeft' kir amûr
09:00 432 roj derbas bûn, hê jî Dokû nehatiye dîtin: Dozgerî, 'em lêdikolin'
09:00 Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya 'Destpêkê Edalet'
09:00 Partiyên siyasî ji bo kampanyaya ziman bang kirin
09:00 Ji bo nûçeyê çû Sêwregê, lê 27 sal in venegeriyaye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2021'AN
10/03/2021
21:36 67 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 Cenazeyê Sozdar Aslanê piştî 17 mehan hat definkirin
19:37 Rojnamevan Guzupek hat berdan
17:09 2 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Gimgimê hat birîn
16:58 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste