Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye

img

ENQERE - Endamê Unite the Union ku ji bo kampanya Azadiya Ocalan xebatê dike  Tony Burke, bal kişand ser bêdengiya welatên Ewropa ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye." 

Kampanya "Ji Ocalan re Azadî / Freedom for Ocalan” ku di sala 2016'an de li Îngîltereyê dest pê kir, didome. Unite the Union ku sendîkaya herî mezin a Britanyaye û 1,5 milyon endamê wê heye û Sendîkaya GMB ku 700 hezar endamên wê hene vê kampanyayê dimeşînin. Sendîkayan anîbûn ziman ku heta Ocalan azad bibe dê vê kampanyayê bimeşînin. Di çarçoveya kampanyayê de di nava civaka Britanya de têkoşîn û fikrên Ocalan tê vegotin. 
Yekîtiya Sendîkayên Karkeran ku sendikayên Unite the Union û GMB jî heye, bi giştî 48 sendikayan di bin baneyê wê dexebatê dikin. Yekîtiya Sendikayên Karkeran nûnertiya 5,5 milyon kedkaran dike û yek ji rêxistina kedê ya herî mezin e. 
 
Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî piştî çalakiya greva birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de li dijî tecrîdê dest pê kir û 200 rojan berdewam kir, hatin Tirkiyeyê û saziyên civakî ziyaret kir. Yek ji pêkhatiyên Delegasyonê sendîkaya Unite the Union bû. Sekreterê Giştî yê Unite The Union Tony Burke, der barê kampanyayê de ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Burke, bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdkirina Ocalan rexne kir û wiha got: "Bêdengiya Ewropa rûreşî û şerm e. Yekîtiya Ewropa li dijî tecrîdkirina Ocalan helwestek tund nîşan nade. Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropa (PE) xwedî hêz e û dikare li dijî tecrîdê tiştekî bike. Dikarin helwestek zelal nîşan bidin. Li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Em dibînin ku dikare ji YE re tiştekî bêje. Sedema vê yekê bêdengiya YE ye. Gotina me ya di vê mijarê de êdi pir zahmet e. Lê divê em tiştekî bêjin."  
 
‘OCALAN MANDELAYÊ ROJHILATA NAVÎN E' 
 
Burke, da zanîn ku tecrîd heqareta herî mezin a li dijî mirovahiyê ye û wiha axivî: “Me ev yek di her platformdê de dubare dubare vegot. Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e. Divê bê berdan. Lê mixabin Ewropa li dijî vê şermê tu helwestê nîşan nade. Niha li Îngiltereyê hikûmetek muhafazekar heye. Em bi hikûmetê re dikevin nava têkiliyê, lê em nikarin encam bistînin." 
 
Buke, bilêv kir ku Partiya Karkeran li Îngîltereyê dem bi dem tecrîdê tîne rojevê û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku em ji Yekîtiya Ewpora derketin, qada tevgera me teng bûye. Lê em di her platformê de bi hempîşeyên me yên Ewropa re tînin ziman. Gav neavêtina YE ya li dijî tecrîdê xeyalan dişkîne. 
 
AZADIYA OCALAN DÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE 
 
Vîzyona Ocalan, huner û hêza wî ya li qada navneteweyî, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Yek ji aktorê herî girîng e. Ji aliyê civaka Kurd ve hurmetek pir mezin dibîne. Ji ber vê yekê ez dibêjim Mandelayê Rojhilata Navîn. Mandela li Girava Girtîgeha Robben hatibû girtin. 27 salan girtî ma û 18 salan li giravê ma. Pirsgirêka Başurê Afrika piştî Mandela ji Girtîgeha Robben hat berdan û azad bû hat çareserkirin. Ez bawer dikim ku piştî Ocalan azad bibe dê pirsgirêka Kurd çareser bibe." 
 
‘DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN' 
 
Buke, da zanîn ku li Tirkiye pergala diktatoriyê heye û wiha got: “Erdogan her ku diçe biryarên hişk digire. Divê em li Qraliyeta Yekbûyî û welatên Ewropa bînin ziman ku pêwist e Ocalan bê berdan.. Niha Joe Biden Serokê DYA ye. Ez dizanim ku Biden bêtir dikare li mirovan guhdar bike. Dostên me yên em bi sendîkayên li DYA bixebitin hene. Dostên me dikarin di vê mijarê de bala Joe Biden û Kamala Harris bikişînin ser vê mijarê." 
 
 
Buke, bibîr xist ku gelek kes li Yekîtiya Ewropa der barê tecrîdkirina Ocalan de ne xwedî agahî en û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê em bi rêya çapemeniyê û pirtûkan hewl didin vê kampanyayê belav bikin. Ji ber Tirkiye û YE bi bazirganiyê bi hevve girêdayî ye, zêde van daxwazan li ber çavan nagire. Ji ber vê yekê em raste rast bi gel û rêxistinên civakî re dikevin nava têkiliyê. Di kampanya Ji Ocalan re Azadî de navdarên Îngîlîzan, lîstikvan, muzisyen, gelek kesên din hene. Divê em peyamên xwe bigînin tevan."  
 
 
Burke, da zanîn ku di sala 2019'an de Tirkiye ziyaret kirin û di bin baneyê Unite the Union de gelek xebat kirin. Bi piştgiriya Brîtanya kampanya “Ji Ocalan re Azadî" dest pê kirin. Lê ji ber şewba vîrûsê ev xabat belav bû. Niha li ser hesabê Twitter û Facebookê ev xebat tê meşandin. Me daxwaza Ji Ocalan re Azadî di her platformê de anî ziman. Me bi Sekreretê Giştî yê Sendîkaya TUC Francis O'Grady û sendîkayên din re daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
 
Burke, herî dawî anî ziman ku piştî şewba vîrûsê bi dawî bibe armanc dikin ku heyeta ji nûnerên sendîkayan pêk tê ava bikin û wiha got: "Ku şewba vîrûsê bi dawî bibe em dixwazin bên Tirkiyeyê. Ocalan de li wê giravê bi tenê neyê hiştin." 
 
MA / Berivan Altan - Gozde Çagri Ozkose
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/03/2021
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn
13:42 Nûnerên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan
13:27 Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê were cezakirin
13:13 Daxwaza rawestandina darizandina Parlamenter Kaya nehat qebûlkirin
13:13 Jinên binçavkirî birin edliyê: Hilavêtin sûc hat hesibandin
13:06 Dozger xwest rojnamevan Boltan were cezakirin
12:53 Li Cizîrê di nav çend deqeyan de qamyonetek xasên bêheq xelas bû
12:53 TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir
12:36 HDP bi nivîskar û rojnamevanan re civiya
12:26 Tanrikûlû ji bo rojnamegerên êriş li wan tê kirin daxwaza lêkolîna meclisê kir
12:05 Jinên Şengalî dixwazin astengiyan derbas bikin: Jinek birîndar bû
11:57 Polîsan li Riha û Meletiyê 5 kes binçav kirin
11:50 Di doza KCD’ê de şertê kontrola edlî ya 28 kesan rabû
11:44 Hêzên Iraqê nahêlin êzidî bimeşin
11:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome
10:52 Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt
10:46 Jinên ku hatibûn binçavkirin wê derxin edliyeyê
10:11 Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze
Yên sûc kirine serbest digerin
10:02 Ji bo xwedî li cenazeyê keça xwe derket tê darizandin
09:57 Şîlan Elmas Kan: Bi KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 105 roj in berdewam dike
09:00 Derbarê 27 esnafên kurd de îdianame hat amadekirin
09:00 TÛHAY-DER: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin
09:00 Li dijî qedexeya hezar û 571 rojî serî li dadgehê da
09:00 Ji bo ku qada hêşîn ji înşatê re veke 'mizgeft' kir amûr
09:00 432 roj derbas bûn, hê jî Dokû nehatiye dîtin: Dozgerî, 'em lêdikolin'
09:00 Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya 'Destpêkê Edalet'
09:00 Partiyên siyasî ji bo kampanyaya ziman bang kirin
09:00 Ji bo nûçeyê çû Sêwregê, lê 27 sal in venegeriyaye
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2021'AN
10/03/2021
21:36 67 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:10 Cenazeyê Sozdar Aslanê piştî 17 mehan hat definkirin
19:37 Rojnamevan Guzupek hat berdan
17:09 2 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Gimgimê hat birîn
16:58 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste