* Jinan anî ziman ku dê li dijî tahde û newekheviyê di 8'ê Adarê de dakevin qadan û gotin: "Ji bo serketinê divê em bi hev re têbikoşin."
* Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, diyar kir ku ji ber bihabûna fiyetê derman û gubreyê, hema bibêje çandinî sekiniye û got: "20 sal in her diçe kêm dibe."
* Karkerên tekstîlê yên jin, bal kişandin ser şert û mercên dijwar ên xebatê û destnîşan kirin ku tekane çare têkoşîn e.
* Berdevka TJA'yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, destnîşan kir ku ê jinên êlihî li dijî taciz û tecawizê wê dakevin qadan û bersivê bidin.
* Komeleya Lêkolînên Kurdî ku ji ber pandemiyê kursên xwe yên rûbirû dabûn sekinandin û dest bi kursên onlayn kiribû, di salekê de zêdetîr 4 hezar kes perwerde kirine.
* Jinên ku bi salan mêran tahde li wan kiriye, anîn ziman ku bi saya tevgera azadiyê ya kurdî serwext bûne û gotin: "Kes nikare têkoşîna jinan asteng bike."
* Li Enqereyê malbata Dûrmazê ji ber ku pere tune ye gaza xwezayî bikişîne malê, sobe daniye, lê belê piştî ku cînaran gilî kirine û gotine "dû dike", rêvebiriya apardûmanê sobe rakiriye.
* Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Ridvan Şîn, diyar kir ku dibe ku "pêvajoya asayî ya kontrolkirî" bibe sedema rehawetê û ev jî bibe sedema ku hejmara pêketiyan zêde bibe. Şîn, bang li her kesî kir ku li gor pîvanan tevbigerin.
*Jinan diyar kir ku Şaredariya Rezanê dixwaze zilaman li Bazara Semtê ya Jiyanê bi cih bike û wiha gotin: “Qeyûm tayînî bazara jinan hat kirin, dixwazin jinan tasfiye bikin û bişînin malên wan. Em naxwazin di bazara me de zilam hebin.”
* Gundê wê hat şewitandin, hat revandin, îşkence lê hat kirin û di vê oxirê de, kurê wê jiyana xwe dest da. 30 salên xwe di bin zext, koçberî, sirgûn, binçavkirin, girtin û li ber deriyên girtîgehê derbas kir, lê tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Ev hemû têkoşîna bi rih û can bûye, di çîroka dayika Ferîde de cih digirin.
* Tamîş Akpinar a 62 salî di operasyona li dijî HDP’ê de hatibû binçavkirin û berdan di 33 salan de 50 caran hatiye binçavkirin û 3 caran jî ketiye girtîgehê.
* MED TUHAD-FED têkildarî greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam e û yasaya înfazê li avahiya xwe dê daxuyaniya çapemeniyê bide. (11.00)
* Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) dê li gelek bajaran çalakî û şahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê werin lidarxistin. (11.00-18.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û ji bo faîl bên darizandin û winda bên dîtin dê çalakiya xwe di hefteya 832'yemîn de berdewam bikin. (12.00)
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 630'yemîn de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Înîsiyatîfa Ji Girtîyên Nexweş Re Azadî, bi bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 338'emîn de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 467'emîn de çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)