NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 11 hezar û 302 kesên din jî pê ketine.
Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 62 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 11 hezar û 302 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 28 hezar û 901 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 2 milyon û 757 hezar û 460.