WAN - Danişîna doza rojnemavan Arîf Aslan ê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê darizandin hat taloqkirin.
Danişîna 11’emîn a doza rojnamevan Arîf Aslan ê bi hêceta ku dîmen û wêneyên avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm danîne ser girtiye bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hat lidarxistin. Aslan û parêzerê xwe beşdarî danişînê bûn. Parêzerê Aslan ji bo parastina li dijî biryara dozger bike dem xwest. Şandeya dadgehê xwestekê qebûl kir û danişînê taloqî dîrokek pêş kir.