Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir

img

AMED -  Komxebata Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî nîqaşên girtina HDP'ê da û bang li gelê kurd û hemû hêz û partiyên Tirkiyê ku bi demokrasiyê bawer in kir ku bibin piştevanê HDP'ê û xwedî lê derbikevin. 

Partî û tevgerên ji komxebata Tifaqa Kurdistanî pêk tên, têkildarî nîqaşên girtina Partiya Demokratîk a Gelan daxuyaniyek nivîskî belav kirin. 
 
Daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî wiha ye: 
 
"Em, li ser navê komxebata Tifaqa Kurdistanî;
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya zagonên Komara Tirkiyeyê hate avakirin. Hilbijartina dawî ya Parlemento ku di sala 2018 an de pêkhat zêdeyî bi rayên hilbijêrên Kurd wekî partiya sêyem a girseyî di TBMM ê de tê temsîl kirin. 
 
Doza girtina partiyekê ku di rojevê de ye û temsîliyeta vîna ji 6 milyonan zêdetir hilbijêran dike, dûrxistina ji peywir ên serokên şaredariyan ku hatibûn hilbijartin, rakirina bergiriyên parlementerên HDPê, Hevserokên giştî yê partiyê jî di nav de, girtinên bi hezaran rêveberên navend, bajar û navçeyan bi awayekî eşkere binpêkirina qanûnê ye. 
 
Bi israra desthilatdar û bi taybetî jî bi israr û ranavîş kirina şirîkê biçûk ê Tifaqa Komarê bi pêvajoyeke dijqanûn û bi neparastina karîneya bêgunehî bêhiqûqiyeke ecêb li holê ye. 
 
Ev biryara siyasî ku di derheqê bêbandor kirin û girtina HDP ê de hatiye dayîn û dixwazin vê biryarê wekî ku hûqûqî ye nîşan bidin, him li gorî me, him li gor kesên ku baweriya xwe bi serketinî ya qanûnî anîne û him jî di wîcdana civakê de ,rastiya ku ev  biryareke siyasî ye naguherîne. Berevajî vê, dide xuyan ku qanûn ne serdestê desthilatdar, mehkûmê desthilatdaran e. 
 
Tirkiye bi vê helwesta xwe ya siyasî, di " pirsgirêka Kurdan" de bi ceribandinên berê ên bê encam û bi israrkirina polîtîkayên ewlehiyê dikeve rêyeke xitimî. 
 
Pirsgirêkên gelê kurd hene, divê çareseriya wê jî sîyasî, demokratîk û aştîyane be. Divê li gor norm û peymanên navnetewî bên çareserkirin. Tirkiye wek endamê damezrîner yê Konseya Ewrûpa û namzetê endamê Yekîtiya Ewrûpayê divê serdestiya hiqûqê, mafê mirovan û azadiya birêxistinbûna siyasi ku esasên pergala demokratîk in, divê di çarçoveya normên navnetewî de biparêze. 
 
Ev êrîşên dawî ku desthilatdarî da ye destpêkirin ne ji aliyê saziyên siyasî yên navnetewî, ne ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD) û ne jî ji aliyê welat û saziyên Rojavayî wekî Yekîtiya Ewropa, nayê pejirandin. 
 
Em wek partiyên siyasî, tevger û saziyên ku şanenavên (îmze) me li jêr in, gavên li dij normên hiqûqî  û zordestiya ku li ser Partiya Demokratîk a Gelan, li ser parlementer û serokên şaredariyan, li ser rêveberên navend, bajêr û navçeyan tên meşandin şermezar dikin. Em bang li hemû hêz û partiyên Tirkiyê ku bi demokrasiyê bawer in û li gelê xwe dikin ku, li hember zextên ku li ser HDP ê tên meşandin piştgiriya hev bikin û xwedî li mafê mirovan, têkoşîna azadiyê, serdestiya hiqûqê û demokrasiyê derbikevin."   
 
Partî û tevgerên di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin wiha ne:
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD)
Partiya Însan û Azadiyê (PÎA)
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur)
Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP)
Partiya Azadî 
Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T)
 

Sernavên din

04/03/2021
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin