‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'

  • jin
  • 09:04 2 Adar 2021
  • |
img

AMED - JINHA ku bi dirûşmeya "Û em dinivîsin. Mêr çi difikirin bila bifikirin, em dinivîsin" çapemeniya zayendparêz deşîfre û li ber qalibên heyî rabû, 9 sal li dû xwe hiştin. Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney got: "Jinên dadikevin kuçeyan ji me, em jî ji wan hêzê digirin." 

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) di 8'ê Adara 2012'an de bi dirûşmeya "Û em dinivîsin. Mêr çi difikirin bila bifikirin, em dinivîsin" dest bi weşanê kiribû û çapemeniya zendparê deşîfre kiribû û li ber qlaibên heyî rabûbû. JINHA, li Tirkiyeyê yekem ajansa nûçeyan a jinan bû ku li Amedê hatibû avakirin. Lê belê di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'yê hatibû girtin. Piştî vê li ser heman asasî di 25'ê Îlona 2017'an de Jinnews hat avakirin. Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, bi boneya 9 saliya JINHA'yê de axivî û got: "Jinên dadikevin kuçeyan ji me, em jî ji wan hêzê digirin." 
 
PEYAMA JINHA'YÊ
 
Gulşen Koçûk ku berê edîtor û nûçegihana JINHA'yê bû û niha di Jinnewsê de dixebite, 8'ê Adarê wekî liberrabûna jinan a li hemberî tahdeya pergala serdest a mêrî pênase kir. Koçûk, bilêv kir ku avakirina JINHA'yê jî li ser asasê vê têkoşînê bûye. Koçûk got: "Hem ji bo jinan hem jî ji bo rojnamevanên jin pir grîng e. Hûn, li hêlekê li ber tahdeyê radibin û li hêla din jî dengê wê li berrabûnê dibihîsin. Lewma di 8'ê Adarê de avakirina ajanseke jinan pir girîng bû."
 
Koçûk, destnîşan kir ku peyama ku JINHA'yê dixwest bide, giha seranserê cîhanê. 
 
BI PÊNÛSA HEQÎQETÊ
 
Koçûk, bilêv kir ku zimanê nûçeyan ê Jinnewsê yê derbarê jinan de, ji JINHA'yê wergirtine. Koçûk, bilêv kir ku JINHA'yê pêşiya weşanên din vekiriye û got: "Gava jinek tê kuştin, bi êrîşeke taciz, tecawizê re rû bi rû dimîne, em hîn dibin ku bê ji bo çi êrîş pêk hatiye. Ji lew re êdî çapemeniyeke ku bi vê re eleqedar dibe heye." 
 
Koçûk got: "Me digot, 'Û em dinivîsin. Mêr çi difikirin bila bifikirin, em dinivîsin.' Lê piştî hat girtin, têkoşîna nûçegihaniya jinan bi dawî nebû. Piştî wê Şûjin hat, piştî wê Nû JINHA hat. Ê ev mînak hê jî zêde biin. Madem em nîviyê cîhanê ne, nexwe pêdivî bi nûçegihaniyeke wiha jî heye. Heya ku ev pêdivî hebe, em ê bi pênûsa heqîqetê binivîsin." 
 
TABÛ HATIN RÛXANDIN 
 
Bedevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, nûçegihaniya jinê wekî "nûçegihaniyeke wêrek" pênase kir û got: "Ji lew re tu mecbûr î her tiştî binivîsî û nîşan bidî. Tu mecbûrî bi şik û guman nêzî her tiştî bibî. Gava jinek tê kuştin, çapemeniya hewzê ya nêzî îqtidarê gelek hincetan dide der; 'etegê kin li xwe kiriye', 'bi şev derketiye derve' hwd. Bi vî awayî kuştina jinê tê rewakirin. Çapemenî hewaleyî darazê dike. Daraz jî bêyî ku ceza bibire, mêr wekî kesekî pak dide der. Ev di bara civakê de jî werê tê nîşandan. Lê me bi nûçegihaniya jinê, ev tabû hilweşandin." 
 
PERÇEYEK TÊKOŞÎNÊ 
 
Guney, destnîşan kir ku zimanê çapemeniya heyî, tahdeyê qewî dike û got: "Nûçegihaniya li ser asasê jinê, rêyeke nû vekir. Jinên dadikevin kuçeyan hêzê ji vê digirin. Em jî hêzê ji wan digrin. Ji lew re em bi hev re li kuçeyan e. Ew dirûşmeyan berz dikin, em jî dîmenên wan digirin. Yanî em perçeyek têkoşînê ne. Em xwe derî têkoşîna jinên nabînin. Asta ku niha me bi dest xistiye, bi saya JINHA'yê ye. Helbet pir qîmeta wê nehat zanîn û xwedîtî lê nehat kirin, lê wê dîrok bal bikişîne ser vê. Pîşeya me ne pîşeyeke ku di nava çar dîwaran de bê hespkirin û hûn nikarin fikirên jinan kelemçe bikin." 
 
8'Ê ADARÊ 
 
Guney, bilêv kir ku jin her sal di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi daxwazine cuda dadikevin qadan û got: "Îsal jî wê bi daxwaza 'Guherandina pergalê û azadî' dakevin qadan. Daxwazên jinan, daxwazên me ne. Em baş dizanin jiyana herî xweşik, bi destên jinan pêkan e. Yek ji rojevên sereke yên jinan jî tecrîd e. Her diçe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûrtir dibe û bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Ev yek herî zêde bandorê li jinan dike, bandorê li çapemeniya azad dike. Em li dijî tecrîdê, azad û rêxistinbbûyînê diparêzin. Em çapemeniya jinê, hêvî dikin ku 8'ê Adarê ji bo jinan û civakan bibe wesîleya azadiyê. Em 8'ê Adara jinan pîroz dikin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin