'Divê jin mafê xwe bistînin'

  • jin
  • 09:11 1 Adar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Jina koçer Asya Ertan a di temenê xwe yê zarokatiyê bi zorê tê zewicandin û her tim rastî tundiyê hat, da zanîn ku tu carî nikare dest ji têkoşînê berde. Ertan a bi stranekê jiyana xwe tîne ser ziman wiha got: "Divê jin mafên xwe bi dest bixin."

Rolên civakî ku ji aliyê zilaman ve ji jinan re hatine diyarkirin, bandora xwe didomînin. Ji ber vê jî jin jig elek mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştrin. Yek ji van rolan jî biryara zewacê ya jinan e. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi hezaran jin ji aliyê malbatên xwe ve di temenê biçûk de hatine zewicandin. Yek ji jinên ku ji zarokatiya wê jê hatiye dizîn û di 15 saliya xwe de bi zorê hatiye zewicandin Asya Ertan (40) e.
 
Asya Ertan, li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bûye û piştî ku tê zewicandin, li navçeya Hezexê ya Şirenxê bi cih dibe. Ertan, niha jî li qontarên çiyayê Spî yê Hezexê koçeriyê dike. Malbata Ertan, di 15 saliya wê de wê zorê dide zewicandin û hîn di zarokatiya xwe de ducanî dibe. Bi her cûre tundiyê re rû bi rû dimîne, lê dev ji têkoşîna xwe ya li dijî zilam bernade. Tişta ku herî zêde wê aram dikin jî çiya û zozan in. Ew hesreta xwe ya zarokatiyê carna ji çiyayan re carnan jî ji zozanan re vedibêje. 
 
KEDA JINAN NABÎNIN
 
Ertan, têkildarî serboriya xwe axivî û diyar kir ku her kêliya jiyanê ku ji zilaman re tê fedakirin divê veguhere têkoşînê û wiha got: “Ez di 15 saliya xwe de bi daxwaza malbata xwe hatim zewicandin û 24 sal in zewicandî me. Min gelek zor û zehmetî derbas kirin. Lê xweza û xwedîkirina sewalan kêfxweşî û aramiyê dide min. Ji 15 saliya xwe heta niha her roj ber banga sibehê radibim û heta roj ava dibe dixebitim. Lê tevî ewqas ked, êş û elem jî zilam keda me nabînin. Her tim keda jinan sivik dîtine. Dema ku zewicim fêm nedikir, pir tirsiyam û gelek zor û zehmetî dît. Min tundî û lêdan dît.”
 
'DEMA KU DUCANÎ MAM GELEK TIRSIYAM'
 
Di berdewamê de Ertan, destnîşan kir ku di hundirê wê de xemgîniya zarokatiya wê ya ku nejiya heye û got ku tirsa herî mezin dema ku ducanî maye jiyaye û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Di 15 saliya xwe de ducanî mam. Dema ku ducanî mam, min gelek şerm kir û gelek tirsiyam. 7 zarokên min mirin. Her heft jî piştî ku çêdibûn û 6 mehan dijiyan û piştre dimirîn.  Ez çûm her bijîşkî lê sedema vê nehat zanîn. Niha 5 zarokên min hene. Ev 5-6 sal in jî zarokên min çênabin.”
 
'ŞÛNA KU EM JI WAN MAF BIXWAZIN...'
 
Têkildarî wekheviya jin û mêran de jî Ertan, bi lêv kir ku ew bawer nake mêr û jin rojekê wekhev bijîn û wiha pêde çû: “Her tiştî em jin dikin, mêr torbeyek ka jî vala nakin. Dibêjin karê jinan pir hêsan e. Lê ew karê ku em dikin, ew nikarin bikin. Zor û zehmetiya zilaman tune ye, lê ya me jinan pir e. Heke jin nebe bawer nakim ku mêr ewqas zêde bijî. Gelek teral in û ji xebatê re xîreta wan tune ye. Ez bawer nakim ku rojek were jin û mêr bi awayeke hevpar bîjin. Wê çawa bibe ku mêr firaqan bişo û mal paqij bike? Yan jî ez çayê çêbikim û ew jî xwarinê çê bike. Nizanim, lê baweriya min û hêviya min ji mêr tuneye. Divê em jin li şûna ku ji zilam maf bixwazin tiştê ku heqê me ye em ji wan bistînin. Ez ji niha ve 8'ê Adarê li hemû jinên karker,têkoşer û berxweder pîroz dikim. Bila ev 8'ê Adar bibe wesîleya bilindkirina daxwaza azadiyê.”
 
Herî dawî Ertan bi strana “Hamza Şehîd Bûye” hêst û êşa xwe wiha anî ziman: “Heyle mîro îro warê me de şînek bûye ev 7-8 rojên mine jiyana me dinale. Serê vê sibehê daholek lê dikeve lo dengê wê pir girane, lo pir girane. Keçê me tev xemilîne herdû çavên xwe kil dane dîsa çi bûye hogirino çi bûye? Milet civiyaye. Xeber anî şehîd bûye Hemze Yeşîl pêla Wanê. Ne haware, ne gazî ye lo kela dilê, lo hêrsa minê. Erê hevalno, erê hogirno serê xwe rakin Hemze li ser milê xwe bikin. Bi mİlyonan di riya we de wa serxwebûn nêzîk bûye.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin