Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin

  • rojane
  • 09:13 27 Sibat 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Ridvan Yusufoglu yê 28 salin girtiye û berî 17 salan bi nexweşiya Ulseratîf Kolît ket, nayê derman kirin. Yusufoglu, ji bo ku bê dermankirin gelek caran sewqa xwe xwest, lê ev daxwaza wî her tim hat redkirin.

Li gorî danayên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş di girtîgehan de hene. Li girtîgehên ku her roj bi binpêkirinên mafan dikevin rojevê girtî nayin dermankirin û bi  mirinê re rûbirû hatine hiştin. Ji bo ku ev binpêkirinên mafan û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bi dawî bibin, greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan di 27'ê Mijdara 2020'an de dest pê kirin, dewam dike. 
 
Yek ji hezaran girtiyên nexweş Ridvan Yusufgolu (44) ku di temenê xwe yê 16 salî de, di sala 1992'yan de bi îdîaya "Yekitî û hevgirtina dewletê xirab kirin" cezayê muebetê lê tê birin, ev 10 salin nayê derman kirin. Yusufoglu yê li Girtîgeha Tipa L a Patnosê ya Agiriyê dimîne, berî 17 salan ji bo wî teşhîsa Ulseratîf Kolît (Nexweşiyeke kronîk a di rûviyê stûr de ye) hat danîn. Ji ber ku li Agiriyê beşa Gastroenterolojî tuneye, Yusufoglu nayê derman kirin.Yusufoglu, ji bo ku bê dermankirin, gelek ceran sewqa xwe ji bo girtîgehên Amed û Wanê xwest, lê her carê ev daxwaza wî hat redkirin û bê bersiv hiştin. Ji ber nebûna derman û pêvajoyên  dirêj ên karantinayê nexweşiya Yusufoglu, roj bi roj giran dibe. 
 
DIBE KU DI ASTA HERÎ XETER DE BE
 
Yusufoglu, di telefona xwe ya heftane ya bi malbatê de, anî ziman ku nexweşiya wî gihiştiye asta herî xetere û wiha got: "Ez 17 salim bi nexweşiya Ulseratîfê re tedikoşim. Di rojên dawî de nexweşiya min giran bûye. Rûviyên min xwînî dibin. Li girtîgeha Patnosê derfetên dermankirina vê nexweşiyê tune ye. Beşa dermankirina vê nexweşiyê, li vê derê tuneye. Ji ber vê jî min dibin Wanê. Di her çûyin û hatina Wanê de, min dikin karantinayê. Pêvajoya karantinayê jî gelek dirêje. Ji qirika min xwîn tê û ev rewşa min dewam dike. Nexweşiya min kronîke û rîska wê heye. Ji ber vê, divê bi lezgînî pêvajoya tedawîkirinê bê destpêkirin. Dibe ku nexweşiya min niha gihiştibe asta herî bi xeter. Demekê li Amedê bûm û dihatim dermankirin. Lê piştî ez sewqî Patnosê kirim, dermankirina min jî qediya û zehmetiyan dikêşim. Ji bilî vê nexweşiyê, nexweşiyên min ên varîs, mîde û hwd hene. Ji ber ku 28 salin girtîme, gelek êş li min peyda bûne. Lê nexweşiya ku herî zêde min aciz dike, Ulseratîfe. Ji pêvajoya pandemiyê ve heta niha ez nehatime dermankirin." 
 
'EZ 15 SALIN BENDA DERMANKIRINÊ ME'
 
Girtî Yusufoglu, dest nîşan kir ku dermanên wî jî nadinê û wiha bilêv kir: "Ev nêzî 4 mehane dermanên min nadin min. Bi hinceta ev derman nayê dîtin nadin min. Ji ber wê jî rûviyê min xwînî bû. Divê her 3 meh carekê rewşa nexweşiya min bê kontrolkirin. Lê ev 10 salin li benda dermankirinê me. Ger sewqa min a ji bo Amed û Wanê neyê kirin, rewşa jiyana min wê bi keve nava xeteriyek mezin."
 
DIVÊ BÊ DERMANKIRIN 
 
Dayİka Yusufoglu, Hatîce Yusufoglu jî, bal kişand li ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê girtîgeh nema ye ku kurê min nebirine. Rewşa wî giran dibe. Kurê min 28 salin girtiye. Ji berê de heta niha nexweşiyên wî hene. Em dixwazin ku sewqî Wanê yan jî Amedê bê kirin. Pêwîste ku kurê min bê berdan."
 
NIKARE BIÇE HEVDÎTINÊ 
 
Dayîk Hatîce Yusufoglu, diyar kir ku girtina girtiyên nexweş ne wîjdaniye û wiha got: "Dema ku kurê min sewqî Panosê kirin, di rê de îşkence lê kirin. Nehiştine ku biçe tuwaletê jî. Ev 2 salin ez nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Ez dixwazim ku kurê min bînin cihek nêz ku karibim biçim hevdîtina wî û di heman demê de bê darmankirin.
 
Yusufoglu, herî dawî xwest kurê wê tavilê bê dermankirin û ji bo hestiyariyê bang li raya giştî kir.
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin