Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin

  • rojane
  • 09:12 27 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE - Mûhammed Salici ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine, diyar kir ku ji ber ku navendên kontrolkirinê tune ne zarokên wî zehmetiyê dikişînin û got: "Kûrên dowîzî zêde dibin, lê belê alîkariya ji bo amûrên medîkalî tê dayîn, 4 sal in eynî ye. Bi hezaran malbat mexdûr in, lewma divê tavilê navendên masûlkeyan tevbigerin." 

 
Nexweşîna Duchenne Muskuler Dîstrofî (DMD) yek ji nexweşînên kujende, nexweşîna masûleyan e. Heya niha tedawiyeke qethî ya vê nexweşînê tune ye. Lê belê bi fîzyoterapiyê û xwedîkirineke baş, zarok 2-3 salên din jî dikarin bimeşin û hinekî baş bibin. Li Tirkiyeyê ji ber ku di vî warî de daneyên fermî tune ne, nayê zanîn bê hejmara van nexweşan çend e. Lê belê li gor daneyên Komeleya Malbatên DMD'yê, li Tirkiyeyê nêzî 5 hezar zarok bi vê nexweşînê ketine. 
 
Malbatên van zarokan jî, ji bo ku zarokên xwe bi rihetî tedawî bikin, dixwazin hejmara navendên nexweşînên masûlkeyan bên zêdekirin. Komeleya MalbatêN DMD'yê ji bo vê li Enqereyê çûbûn berê Wezareta Tenduristiyê û Meclîsê. Wezaretê soz dabû wan, lê belê hîn jî soza xwe bi cih neaniye. Wezareta Tenduristiyê di sala 2013'an de soz dabû wan ku dê 30navendên nexweşînên masûlkeyan veke, lê belê heya niha tenê du heb hatine vekirin. Yek ji van li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Tepecîk a Îzmîrê ye û ya din jî Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Antalyayê ye. 
 
Li Taxa Eryaman a navçeya Etîmesgût a Enqereyê du zarkên Mûhammed (48) û Îlknûr Salici (43) bi vê nexweşînê ne. Kurê wan Cîhan Server (20) û Alî Omer Server (7) her du jî bi nexweşîna DMD'yê ne. 
 
Nav Salici, diyar kir ku di gava cîhan 4 salî bûye teşxîs hatiye dayîn û got: "Gava em nû pê hesiyan, bijîşkan ji me re got ancax heya 20 saliyê karibin bijîn. Niha 20 salî ye." 
 
Ev nexweşîn piranî bandorê li zarokên kur dike. Ên keç tenê vegirin. 
 
Bav Mûhammed Salici, anî ziman ku li bendê bûne zaroka wan a duyem keç be, lê belê gava çêbûye kur bûye. 
 
‘KÛRA DOWÎZÎ ZÊDE DIBE, LÊ ALÎKARÎ EYNÎ YE' 
 
Salici, destnîşan kir ku tedawiya nexweşîna DMD'ê tune ye, lê ji ber ku pergala hilmijînê xera dibe, divê bi awayekî rêk û pêk bên kontrolkirin. Salici, diyar kir ku lê ji ber ku bi awayekî rêk û pêk nayên kontrolkirin, hin zarok di 15 saliya xwe de jiyana xwe ji dest didin. 
 
Salici, bal kişand ser amûrên medîkal jî û destnîşan kir ku di vî warî de jî tên mexdûrkirin. 
 
Salici, da zanîn ku ji bo ku bi şev hilmijîn nesekine hin amûr tên bikaranîn û SGK van amûran dike. Salici, anî ziman ku lê ji ber ku amûrên tên dayîn ne sifirin, berê hatine bikaranîn, nikarin b kar bînin û got: "Ev amûrên beêr hatine bikaranîn pir nebaş in. Bijîşk jî pêşniyar nakin. Dibêjin gere hûn ê baş bikirin. Gava ev amûr di destê SGK'ê de nemînin, piştgiriya malbatan tê kirin û wê çaxê em dikarin ji derve bikirin. Me 2 sal berê bi 8 hezar TL'yî kirî. Lê niha ji ber kûra dowîzî bûye 12 hezar TL. Gava me stend, dewletê 5 hezar û 500 TL alîkarî kir. Lê niha fiyet zêde bûye, lê alîkariya tê kirin eynî ye." 
 
SOZA XWE BI CIH NEANÎN
 
Salici, fiyetê afoyan û sendeliyên biekû ku ji bo nigên zarokan xwar bibin tên bikaranîn, ji ber kûrên dowîzî biha bûne, lê belê alîkariya ku sal berê hatiye dayîn hîn jî weynî ye. Salici, destnîşan kir ku ji ber vê bi hezaran malbat mexdûr in. Salici, bilêv kir ku amûra belxemê ku ji bo zarok karibin belxemê bavêjin, bi xwe dikirin û got: "Me ji bo vê serî li SGK'ê da. Soz dan ku dê heqê vê jî hilgirin ser xwe. Lê salek derbas bû, hîn jî negirtine ser xwe. Me ji kurekî xwe re stend. Ew jî me bi pereyê kampanyaya alîkariyê stend. Lê pereyê mayî me deyn kir. Hîn jî ew deyn neqediyaye." 
 
‘LI EWROPAYÊ DIZEWICIN' 
 
Salici got: "Heger bi awayekî rêk û pêk bên kontrolkirin, wê teşxîs di wext de bê danîn. Lê gava dereg be, zarok di Medikal cihazların yanında düzenli  saliya xwe de jiyana xwe ji dest didin. Ev rêje, li Ewropayê di ser 30 salî re ye. Bi piranî di 20 saliya xwe de yan jî di biniya bîst saliyê de jiyana xwe ji dest didin. Lê li Ewropayê herî kêm heya 30-40 saliyê dijîn. Tew dizewicin. Lê li Tirkiyeyê ne pêkan e." 
 
BIJÎŞKÊ HEYÎ JÎ DI KOMA FÎLYASYONÊ DE YE 
 
Salici, destnîşan kir ku ji bo kontroleke birêkûpêk, divê navendên nexweşînên masûleyan bixebitin û got: "Li Antalya û Îzmîrê navendên masûlkeyan hene. Em jî salê du caran diçin Antalyayê. Kontrolên me tenê rojekê bi rêk û pêk in. Wezîrê Tenduristiyê di Kanûna 2019'an de daxuyanî da û got: 'Me li seranserê Tirkiyeyê 6 heb vekirin, em ê 3 hebên din jî vekin.' Got, li Enqereyê hatiye vekirin, lê belê ya hatiye vekirin ne navenda masûlkeyan e. Li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê mûltîdîsîplîn e. Pergaleke ku tu di rojekê de diçî cem 5 bijîşkan. Di navbera bijîşkan de pêwendiyek tune ye. Ji ber ku bijîşkê me di nav koma fîlyasyonê ya şewbê de ye, em nikarin randevûyê bigirin. Li Enqereyê tenê beşa zarokên di biniya 18 salan de heye. Ên di ser 18 salan re qebûl nakin." 
 
'DIVÊ PERGAL BÊ SERERASTKIRIN' 
 
Salici, destnîşan kir ku gava ji Enqereyê diçin Antalyayê zehmetiyê dikiînin û got: "Kurê min hem ji dilê xwe nerihet ehem jî êvarî amûra hilmijînê bi kar tîne û çûn hatin pir zehmet e. divê pergala li Enqereyê bê sererastkirin." 
 
TOQA WAN ZÊDEYÎ BUDÇEYA DEWLETÊ YE! 
 
Serokê Komeleya Malbatên DMD'ê Sadik Mehmet Çîftçî jî da zanîn ku li Tirkiyeyê li dor 5 hezarî zarok bi nexweşîna DMD'ê ne. Çîftçî, destnîşan kir ku armanca malbatan hîn zarokên wan nemirina, zûzûka karibin tedawiya wan bikin. Çîftçî, bilêv kir ku ji bo pêkanîna vê kontrolkirinên birêkûpêk bivê nevê ne û got: "Divê navendên masûlkeyan têkevin dewrê. Em Komeleya Malbatên DMD'ê şopdarê vê pêvajoyê ne. Em li bendê ne Wezareta Tenduristiyê van navendan têkxe dewrê. Mijarek dinî amûrên medîkalî ne." 
 
Çîftçî, destnîşan kir ku alîkariya ku dewlet ji bo amûrên medîkalî dide kêm e û Wezareta Tenduristiyê ji bo vê soz dabûn, lê belê soza xwe bi cih neaniye. Çîftçî got: "Ji ber vê malbat wisa difikirin, 'dêmek toqa zarokên me zêdeyî budçeya dewletê ye.'" 
 
MA / Emrûlah Acar
 
 

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin