Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin

  • jin
  • 16:14 26 Sibat 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexa Şirnexê bi tevlîbûna bi dehan jinan starta 8'ê Adarê Roja Jina a Cîhanê hat dayîn. Jinan di daxuyaniyê de bang li hemû jinan kirin ku tevlî xebatên 8'ê Adarê bibin.    
 
Li navçeya Hezexa Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê û bi tevlîbûna parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, aktivîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek jinan li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Hezexê starta 8'ê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn. Jin bi kincên xwe yên herêmî beşdarî startê bûn. Pêşiya daxuyaniyê ji hêla polîsan avahiya rêxistina HDP'ê ya Hezexê hat dorbêçkirin. Li tevî hemû astengiyên polîsan jî jinan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em li hemberî qirkirina jinê û li hemberî tecrîdê azadiyê diparêzin" û dovîzên " Em li dijî tundiyê xwe diparêzin, azadiya jinê dê tecrîdê têk bibe" hatin hildan. 
 
Daxuyani ji hêla Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê Beybûn Aslan ve hat xwendin. Aslan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wate û giringiya 8'ê Adarê û got: "Em li dijî desthilatdarên ku êrişî zimanê me, bedena me, nasnameya me, çanda me, xwezaya me, aborî û destkeftiyên me dikin û bi vî awayî hebûna xwe didomînin, ji destpêka dîrokê heta niha me bi pêşxistina têkoşîna xwe bersiv da wan. Nirxên jinan ji ber vê sedemê winda nebûn, heta roja îro hat û pêşengiya xwe ya berxwedêriyê domand. Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin."
 
'TÊKOŞÎN BI BERXWEDANÊ DIDOME’ 
 
Aslan di berdewama axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adarê de li qadan bin û got: "Ji bo ku em sedsala 21 mîn bikin sedsala jinan, em bi îdiaya mezinkirina têkoşînê 8'ê Adarê li qadan bin. Em hemû jinan daxwazî qada têkoşînê dikin. Em bang li jinan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî her cûreyê tundiyê li gel me cih bigirin. Têkoşîna me bi pêşengiya Sarayan dest pê kir û wê bi berxwedan û têkoşîna wan bidome. Cihê kêfxweşiyê ye ku me şoreşa jinan a Rojava diyarî jinên cîhanê kir. "
 
'JI BER KU EM MAFÊ JINAN DIPARÊZIN ME DIKIN HEDEF’ 
 
Pişt re parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Kocyîgît bal kişand ser polîtîkayên îqtidarê yên li dijî jinan û wiha got: “Jin di pêvajoyeke zor û zehmet de derbas dibin. Ji bo ku em li dijî mêrê desthilatdar îro di berxwedanê de ne û ev yek me kêfxweş û bextewar dike. Her roj bedana me tê îstîsmarkirin û em jin tune tên hesibandin. Em bi pêvajoyeke ku keda me, têkoşîna me û hebûna me tune tê hesibandin re derbas dibin. Îro kesên ku welat rêve dibin, mixabin ji jinan re tenê êş û hêsir layiq dibînin. Lê em jin nîvê cîhan û civakê ne. Ji ber ku em nîvên civakê ne em azadiya xwe û heqê xwe dixwazin. Ji ber ku em jinin em naxwazin ku bên qetilkirin. Ji ber ku em jin in em naxwazin bi tundî û destavejiyê re rûbirû bimînin. Ji ber ku em jin in em dixwazin li kolanan bi awayeke azad bimeşin. Îro hikûmeta AKP'ê dijminahiya jinan dike. Çima? Çimkî bi her awayî jin hedef girtin e. Ji ber ku jin keda xwe dixwaze di hedefe de ye. Ji ber ku jin mafê xwe dixwaze di hedefê de ye. Ji ber ku li hemberî tundiya polîs disekine hedef tê nîşandin. Ango ji ber ku di welat de jin e hedef tê nîşandan. Îro hemû polîtîkayên qirêj li ser jinan tên meşandin. Lêgerîna tazî yek ji mînaka vî tiştî ye. Me çi digot, me got lêgerîna tazî sûc e. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Demboriya wê tune ye. Li hemberî kê û li ku çê bibe teqez bi teqez divê hesaba wê bê pirsîn. Di îro de îqtidara ku herî zêde îşkenceyê pêk tîneAKP ye. Em jin îro ji ber li hemberî vê disekinin, em tên girtin, qetil kirin û kuştin. Ji ber ku em rûmeta mirovahiyê diparêzin, ji ber ku em nasname, ked, beden û hebûna jinê diparêzin em hedef tên nîşandan." 
 
'TÊKOŞÎNA JINAN MEZIN DIBE AZADÎ NÊZ DIBE'
 
Kocyîgît di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li dijî her cûreyê tundiyê ew ê di 8'ê Adarê li qadan bin û wiha got: "Em dixwazin li Stenbolê bimeşin, em tên astengkirin, em dixwazin li Îzmîrê bimeşin pêşiya me tê girtin. Jin li dijî tundiyê dadikevin qadan tên binçavkirin û bi îşkenceya polîsan re rûbirû dimînin. Çima? Ji ber ku ev îqtidar dijminê jinan e. Îqtidara ku ji jinan û azadiya jinê ditirse pêşiya me asteng dike. Em jin wê li dijî vê îqtidarê serê xwe netewînin. Em ê li ber xwe bidin û têbikoşin. Wê ji welat re azadî û demokrasiyê jin bînin. Ew kesên ku ji me re dibêjin 3 zarokên çê bikin û hevserê xwe guhdar bikin û li hemberî gotina bavê xwe nesekînin, em ê mehkum bikin. Em jin wê gotina xwe bibêjin û azadiya xwe bînin. Heger ji bo vê berdelek bê dayîn jî em bi vê razî ne. Bila ev îqtidara vê wisa bizanibe. Em ji bedel dayînê natirsin. Lê bila ew bitirsin. Bila ji jinên ku li taxan, kolanan, fabrîkayan û bazaran li ber xwe didin bitirsin. Çimkî têkoşîn mezin dibe û azadî nêz dibe. Bila ji jinên kurd bitirsin, bila ji jinên elewî yên ku baweriya xwe diparêzin bitirsin. Jinên ku ji bo keda xwe li ber xwe didin bila bitirsin. Çimkî gotin, armanc, daxwazî û berxwedana me jinan heman e. Çi bibe bila bibê em ê vê têkoşînê bidomînin." 
 
Daxuyanî bi gerandina govendê û dirûşmeyên "Jin jiyan azadî, bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 
Bernameya 8'ê Adarê ya TJA’yê wiha ye: 
 
1- Di Adarê de li Tirkiyeyê û li hemû bajarên Kurdistanê bi awayekî bi îhtîşam em 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
 
2- Li Tirkiyeyê roja 8’ê Adarê bi sazî û platformên jinan em ê fînala 8’ê Adarê bi hev re pêk bînin.
3- Em ê li Kurdistanê li Amed û Wanê bi fînala du mîtîngên mezin ên 8’ê Adarê pêk bînin.
4- Ji 1’ê Adarê dest pê dike li hemû bajaran bi temamiya hefteyê meşên jinan, şahiyên 8’ê Adarê yên jinan, belavok, xebata belevkirina qurnefîlan, şanîdana sînevîzyonan di der barê 8’ê Adarê de, panel, semîner, li parqan hevdîtina bi jinan re, xebata li malan, em ê li taxan hevdîtina bi jinan re pêk bînin.
5- Qlîba me ya 8’ê Adarê jî tê de ji yekê zêdetir çalakiyên çandî bi şahî û bi têkoşînê em ê di 8’ê Adarê de fînala wê pêk bînin.
 
 
 

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin