Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez

  • rojane
  • 09:53 25 Sibat 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Saziyên jinan ên li Ewropayê ji bo Gulistan Şaylemez ku di 15'ê sibatê de li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku Şaylemez bûye qurbanê paşverûtiya malbatê.
 
Li Ewropayê, 10 rêxistin û saziyên jinan, ji bo Gulistan Şaylemez ku di 15'ê sibatê de li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de kuştina Şaylemez hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku wê ji bo qetilkirinên jinan bêdeng nemînin. 
 
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Gulistan Şaylemez ku 15'ê Sibatê li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin dayika çar zarokan bû. Em, ê ku ew kuşt û yê ku bûn sedema kuştina wê şermezar dikin. Çi zîhniyeta dewleta tirk a faşîst, çi jî zîhniyeta hevser, kek-bira ji bo me jinan weke hev in! Kujer, kujer e! Bira yan jî kek be vê rastiyê naguherîne.
 
EM Ê LI HEMBERÎ VÊ BÛYERA KUŞTINÊ BÊDENG NEMÎNIN
 
Gulistan Şaylemez çima hate kuştin? Ji hevserê xwe cihê bûbû, bi zarokên xwe re dima. Li hemberî zor û zehmetiya jiyanê li ber xwe dida û hewl dida ji bo xwe jiyaneke nû ava bike. Lê belê di temenê xwe yê ciwan de li naverastê bi rengekî ku qet heq nedikir hate kuştin. Bêdengiya li pêşberî kuştina jinan tê wateya hevkariya komkujiyan. Em ê li hemberî vê bûyera kuştinê bêdeng nemînin. Divê gelê kurd êdî vê zîhniyetê rawestîne. Kê biryara vê komkujiyê dabe divê êdî bê teşhîrkirin. Kujer kî dibe bila bibe, rastiya kujeriya wî naguhere. Em careke din kujer, malbat û dewletên ku kujeran diparêzin şermezar dikin.
 
DI ŞEXSÊ JINÊ DE TUNDÎ LI TAVAHIYA CIVAKÊ TÊ KIRIN
 
Gulistan Şaylemez a di temenê zarokatiyê de hate zewicandin bû qurbanê paşverûtiya malbatê. Jin li kîjan civakê bên kuştin, ev yek paşverûtî ye, hovîtî ye. Nêzîkatiyên ku bûyerên kuştinê asayî nîşan didin, nêzîkatiyên ji rêzê ti carî nayên qebûlkirin. Jin ne tenê li nava malbatê û li qadên cemaweriyê jî tên kuştin, bi taybetî dewlet serkêşiyê ji vê faşîzma zayendperestiyê re dike. Tundî ne tenê li dijî jinê ye, di şexsê jinê de li dijî tevahiya civakê tê kirin.
 
KUŞTINA JINÊ GIHÎŞTIYE ASTA QIRKIRINÊ ZAYENDÎ
 
Tundiya li dijî jinê pirsgirêka bingehîn a jinan hemûyan e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê jin cudahiya ziman, ol, nijad û etnîkî deyne aliyekî û li hev bicivin. Kuştina jinê êdî gihîştiye asta qirkirina zayendî. Ji ber vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinî heye. Heta ku jin di têkoşîna rêxistinbûyî de bi rengekî hevgirtî tevbigerin dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û pêşî li qirkirina jinê bigirin. Bi navê sazî û meclîsên jinan em kuştina jinan bi tu bahaneyi qebûl nakin. Biryara kuştina Gulistan ji aliyê kê ve hatibe girtin divê bê darizandin."
 
Sazî û rêxistinên jinan ên mohra xwe danîne binê bangê:
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê
Meclîsa Jinê ya Desdan
Dziewuchy Berlîn
Women Defend Rojava-Elmanya 
Partiya Femînîst Dîe Fraûen
Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurd
 Meclîsa Jinê ya Êzidî ya Binevş a Berlînê
Meclîsa Jinê ya Ûta-Dresden
Yekîtiya Jinên Sosyalîst
Yekîtiya Jinên Koreyî Trostfraûe
 

Sernavên din

26/02/2021
14:46 6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê
14:36 Polisan bîranîna Aktaş û Yavuzel asteng kirin
14:36 300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin
14:36 ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn
14:17 Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir
14:12 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê birî
14:07 ‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’
13:59 Kişanak: Dosya bi zextên siyasî vebû
13:11 Jinên ciwan ên HDP’î: Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin
12:30 Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze
12:16 Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin
11:01 Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir
10:51 Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî
09:29 Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'yemîn de didome
09:21 Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
09:03 'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin
09:03 Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e
09:03 ‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'
09:03 'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne'
09:03 Di seqemê de jî pêlavan temîr dike
09:03 AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne
09:03 Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN
25/02/2021
21:33 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:49 Li Şemzînanê çalakiya zîncîra mor
16:36 Derket holê ku jina 10 sal in winda ye hevjînê wê ew qetil kiriye
16:35 Doza Aleyna Çakır: Li xwe mikurhatina derbkirinê
16:17 Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e
16:08 Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin
15:58 Baydemîr bi Barzanî re hat gel hev
15:58 Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin
15:50 Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye
15:35 Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:44 HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin
14:42 YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin
13:44 Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’
13:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe ya Garê bi êrişên ser jinan biniximîne
13:14 Artêşa Ermenistanê xwest Paşinyan îstafe bike
12:52 Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir
12:32 Bûldan çû serdana EMEP’ê
12:10 Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er
12:06 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:00 Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
11:06 Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê
10:39 Jinên Ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê
10:07 Malên dîrokî ku nayên restorekirin tune dibin
09:53 Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê koma 19'emîn dewr girt
09:07 Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran
09:06 Zeytun: Ji bo edaletê em bi hev re têbikoşin
09:04 Xwendekar: Deriyên hatin kelemçekirin, ji tacîzkaran re hatine vekirin
09:04 Turkay: Kelemçeya elektronîk remza kole-efendî ye
09:04 'Em ji gotinên Zengînê fam dikin ku çima cinayet naqedin'
09:04 'Em ê li dijî xerakirina xaniyên Ben û Senê kon vedin'
09:04 Pisporê Psîkiyatriyê Hacimûsalar: Em li dijî xwekuştinê bi hev re têbikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê
24/02/2021
20:30 72 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:37 Beştaş: Bi polîtîkayên şer welat nagihîje tu derî
17:11 PDK’ê siyasetmedarê kurd Bartan radestî Tirkiyeyê kir
16:54 Hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê
16:47 Li Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta 8’ê Adarê
16:27 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Dadgehê danişîna Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken taloq kir
16:05 Banga tevlîbûna 8’ê Adarê
15:43 Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê giliya Notera ku agahiyên wan parve kiribû kir
15:30 Ji Platforma Jinan a Enqereyê banga 8’ê Adarê
15:17 Ji ber pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ ceza li Alinak hat birîn
15:06 Girtiyê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:06 Rojnamegerên ku Heşdî Şabî wan desteser kiribû hatin berdan
14:39 Doza sereke ya Yuksekdag bi doza Kobanê re kirin yek
14:15 DÎK’ê tecrîd bi çalakiya rûniştinê protesto kir
13:45 Kujerê Hanîfe Yenîsû hat girtin
13:34 Karkerên Mîgrosê 51 roj in di çalakiyê de ne
13:26 Rojnameger Boltan beraet kir
13:15 Şentop: 33 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
13:13 Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir
12:56 Kaplan: 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xezpkirin
12:09 HDP’iyan bertek nîşanî girtina ciwanan dan
11:50 Ji YE’yê daxuyaniya HDP’ê
11:49 Rêveberiya Nisêbînê ya Partiya Pêşerojê îstîfa kir
11:35 Nûçegîhanên Rûdawê hatin desteserkirin
11:29 Dayika rojnameger Aktaş ku li Cizirê hatibû qetilkirin: Êdî bila ev zilm xelas bibe
11:27 Li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê operasyona nelirêtiyê
11:17 Kujerên rojnameger Cengîz Altûn bi salane nayên cezakirin
10:47 Rojeva Jinan 8’ê Adarê ye
10:47 Çalakiya piştgiriya Asayişa Êzidxanê di roja 85'an de didome
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hişt
09:54 Ji ber erêkirina hevserokatiyê endamên AKP’î hatin darizandin
09:02 Çelê veguherandine 'girtîgeha vekirî'
09:02 Rewşa bazarê: Kes nikare tiştekî bikire
09:02 Avakirina civakeke demokratîk bi têkoşîna jinê pêkan e
09:02 Bi tena serê xwe daristanek çêkir
09:02 Dengbêj Yilmaz: Divê dengbêjî bidome
09:02 Dr. Îlhan: Li dijî krîza avê, çareyên xwezayê divê
09:02 Jinên sendîkayî wê di 8'ê Adarê de dest bi têkoşîneke nû bikin
09:02 Meta girtiya nexweş: Hêj ku cenazeyê wê derneketiye bila bê berdan
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'AN
23/02/2021
22:25 Kesê ku Yencer kuştibû hat zevtkirin
21:14 Îro 9 hezar û 107 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin