‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'

img
DERSIM - Jinên dersimî ji bo zaravayê kirmanckî bang kirin: "Heger zimanê me bê jibîrkirin, em ê nemînin."
 
 
Li Tirkiyeyê yek ji zaravayên kurdî kirmanckî bi xetereyek mezin re rû bi rû ye. Jinên dersimî di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bal kişandin ser zaravayê kirmanckî û ji bo neyê jibîrkirin bang kirin. 
 
‘EM Ê NEMÎNIN' 
 
Hatîce Guler a 60 salî anî ziman ku gava ciwan bûye nizanibûye asîmlasiyon çi ye, lê belê piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê koçberî dest pê kiriye û çand û zimanê wan bi xetereyê re rû bi rû maye. Guler, destnîşan kir ku piştî wê kîjan hikûmet hatiye xwestiye çand û zimanê wan bi wan bide jibîrkirin û got: "Em, piştî tahdeya 12'ê Îlonê, me hew îdare kir û me berê xwe da bajaran. Paşê bi polîtîkayan dest tunekirina ziman û çanda me kirin." 
 
Guler, anî ziman ku zarokên wê nikarin bi zimanê xwe biaxifin û got: "Em dixwazin zarok di biçûkaniya xwe de hînî zimanê xwe bibin. Li Almanya û Fransayê zimanê me hatiye qebûlkirin û tê hînkirin. Çima li welatê me ne wisa ye? Zarokên me tên asîmlekirin. Tenê zimanê me maye, bila wî jî tune nekin. Heger zimanê me bê jibîrkirin, em ê nemînin." 
 
Hatîce Turkmez jî destnîşan kir ku zext û zorî çi dibin bila bibin, dîsa jî bi Kirmanckî diaxife û zimanê xwe jibîr nekiriye. Turkmez got: "Ev qas zext hene, lê hê jî em bi zimanê xwe diaxifin. Hege rme heya niha jibîr nekiribe, nexwe divê nifşên bê jî baixifin û xwedî lê derkevin." 
 
ÎBADET BI ZIMANÊ ZIKMAKΠ
 
Elîf Yalniz jî anî ziman ku her tiştî bi zimanê xwe dikin û got: "Em îbadeta xwe jî bi zimanê xwe yê zikmakî dikin. Li Dersimê jin bi tirkî jî zanibin, lê gava îbadeta xwe dikin bi kirmanckî dikin. Ji lew ra di dua û îbadeta me de tirkî tune ye. Navên diyarên me bi zimanê me ye. Em dibêjin 'Ya Xizir, ya Duzgun Baba, ya Munzir Baba' û destên xwe vedikin. Divê gelê Dersimê hay ji vê hebe. Divê zimanê me winda nebe." 
 
Yuksel Kasûn jî anî ziman ku ji xeynî zimanê xwe bi tu zimanî naaxife. Kasûn, bilêv kir ku 3 zarokên wê hene, bi her sêyan re jî bi kirmanckî diaxife û got: "Keça min bi zimanê xwe diaxife. Lê belê hevsalên wê, wê fêm nakin. Lewma divê her kes bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxife û hînî wan bike. Her wiha divê li nexweşxaneyan, li dibistanan jî pê biaxifin. Mesela gava em diçin enxweşxaneyê em nikarin derdê xwe ji bijîşk re bibêjin. Ji lew ra nizanin. Em bibêjin serê me diêşe, bijîşk bi tiştekî fêm nake. Bila dixtor jî, mamoste jî hîn bibin û biaxifin. Sedema nefermîbûna zimanê me zext û zorî ne."

Sernavên din

23/02/2021
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir
15:52 Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn
15:39 Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike
15:38 Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin
15:29 Li Dêrazorê jinek bi îşeknceyê hat qetilkirin
15:12 HDP’a Cizîrê dersa kurdî da
14:39 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî
14:34 Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne?
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn