HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike

  • rojane
  • 13:03 20 Sibat 2021
  • |
img
ENQERÊ - Gelek endamên HDP’ê di 21ê Sibatê de wê dest bi perwerdehiya kurdî bikin. Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Salîm Kaplan, diyar kir ku li dijî polîtîkayê pişaftinê yên li ser zimanê kurdî wê tekoşîna xwê bilindtir bikin.
 
Zext û pêkutiyên li ser zimanê kurdî her ku diçe zêdetir dibin û ji ber polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê, zimanê kurdî rewşeke xeternak de ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku bikaribe rê li ber van polîtîkayan bigire, di mehên borî de plansaziyeke zimanî amade kiribu û wek Nexşerêya Kurdî weşandibû. Ji bo ku ew nexşerê bê bicihkirin, naveroka wê bê bihêzkirin û dewlemendkirin Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî hat avakirin. Yek ji mijara girîng a vê plansaziyê jî perwerdehiya kurdî ya navxweyî ye. 
 
Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de wê HDP perwerdehiya kurdî (kirmanckî-kurmancî) ya navxweyî bide destpêkirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, endamên Lijneya Birêvebirina Navendî, endamên Meclisa Jinan, endamên Meclisa Partiyê, parlementer, hevserokên bajar û navçeyan, rêveberên partiyê û şêwirmendên HDP’ê jî di nav de gelek endamên HDP’ê tevlî vê perwerdehiyê bibin. Perwerdehî wê bi zaraveyên kirmanckî û kurmancî be û heta 4 astan bê dayîn. Ji bo vê jî dê gelek pol bên vekirin.
 
‘JI BER AXAFTIN KURD BI KUŞTINÊ RE RÛ BI RÛ MAN’ 
 
Hevberdevke Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Salîm Kaplan, têkildarî perwerdehiya kurdî ya navxweyî û kampanyaya ku dane destpêkirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir. Kaplan, diyar kir ku polîtîkayên tunekirina zimanê kurdî di rojevê de ye û wiha got: “Bi desthilata AKP-MHP’ê êrîşên li ser zimanê kurdî kûrtir bûn. Her çiqas gavên mîna TRT-6 û beşên kurdî yên li zanîngehan hatibin avakirin jî nêzikbûn û polîtîkayên desthilata AKP’ê yên ji bo zimanê kurdî şaş in. Lewre beşên li zanîngehan hatin avakirin ne li ser ser navê kurdî ne. Vê jî ji bo pişaftina zimanê kurdî weke amûr bi kar tînin. Jiber vê yekê her diçe li ser pişaftina zimanê kurdî polîtîkayên neyartiyê hê kûrtir dibin. Em vê di salên dawînde bêtir dibinin. Ji ber axaftina bi kurdî kurd bi kuştinê rû bi rû man.”
 
‘GELEK REXNE DIHATIN’
 
Kaplan, da zanîn ku ji bo HDP’ê hemû ziman girîng in û têkildarî polîtîkayên ziman ên partiya xwe ev tişt gotin: “HDP’ê di rêziknameya xwe de diyar kiriye ku pir zimanî, çandî, olî diparêzê. Ji ber xetereya li ser zimanê kurdî bi destê HDP’ê ji bo lê xwedî derketina kurdî têkoşîneke bêhampa tê dayîn. Di pêşerojê de jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî helwest nîşan dabû. Gelek caran ji bo li meclisê komisyona zimanê kurdî were avakirin û zimanê kurdî di zagonan de cih bigire gelek kar û xebatên HDP’ê çêbûn. Lê mixabin hin nakokiyên me hebûn. Ev nakokî çibûn? Di nav partiyê de jî zimanê kurdî weke zimanêki esasî nehat rûniştandin. Kêmasiyên HDP hebûn, weke rexnedayî em dikarin nêzîk bibin. Gelek cara ji dostên me jî di vê çerçoveyê de de rexne dihatin.”
 
‘KOMÎSYONEK HAT AVAKIRIN’
 
Kaplan, destnîşan kir ji bo ku li gorî rêziknameya xwe li zimanê kurdî xwedî derkevin û polîtîkayên pişaftinê bişikînin pêwistî bi gavavêtina wan hebûye û axaftina xwe wiha domand: “Jixwe HDP têkoşîna zimanê zikmakî weke polîtikayeke esasî dimeşîne, di nava partiyê de ji bo ku  zimanê kurdî bibe zimanê esasî kar û xebatek hewce bû. Ji ber vê yekê komîsyonek hat avakirin, ev komîsyon xwe bi navê şopandina nexşerêya zimanê kurdî da pênasekirin. Ev komîsyon ji 2 hevalên MYK’ê, hevalekî PM’ê, 4 hevalên parlementer û 4 şêwirmendan pêk tê.”
 
XEBATÊN KOMÎSYONÊ
 
 Di berdewamê de jî Kaplan têkildarî xebatên komîsyonê ev agahî parve kirin: “Wê çi bike ev komîsyon? Destpêkê ji bo ku zimanê kurdî di nava partiyê de bibe zimanê bingehîn wê li tevahiya rêxistinên navçe û bajaran; di nava PM, MYK, koma meclisê, koma şêwirmendan de perwerdeya zimanê kurdî bê destpêkirin. Wê ev perwerde di 21’ê Sibatê de dest pê bike. Destpêkê wê 200 kes di nav van de şêwirmend, parlementer, endamên MYK’ê, PM’ê, hevserokên nevçe û bajaran jî hene tevlî perwerdeyê bibin. Wê her du hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî bibin şagirtê perwerdeya zimanê kurdî. 
Kar û barê komîsyonê ne tenê perwerde ye. Di heman deme de wê komîsyon ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî jî têbikoşe. Ji bo vê komîsyoneke dîplomasiya zimanê kurdî jî hat avakirin. Wê ev komîsyon girêdayî komîsyona nexşerêya zimanê kurdî xebatên xwe bike.
 Ziman êdî nayê parestin tê qetilkirin. Ji bo ev rewş bê teşhîrkirin dê komîsyonek di nav xebatên me di cih bigire. Wê Enstîtuya Kurdî, Med-Der,  gelek rewşenbîr û niviskar ji bo zimanê kurdî bi komisyona me re bixebitin.”
 
MA  / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

20/02/2021
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan