Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin

  • rojane
  • 09:44 20 Sibat 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li gundê Bafê yê  navçeya Hezex a Şirnexê, DEDAŞ'ê bi sedema fatûreyan ceyrana pompeyên avê nedane, 3 meh in ceyran ji ser bîrên avê qut kiriye û ji ber vê yekê gundî bê av tên hiştin. Gundiyan li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "3 meh in ji ber ceyran tune em nikarin avê ji bîran bikişînin. Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Lê ceyran tune av jî tune. Dê hemû sewalên me ji bê aviyê bimirin."

Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi rêk û pêk welatiyên herêmê mexdûr dike. Beriya niha li gundên Hêtma, Cêleka, Dîlopkê, Kanîhêjîrê, Şehrika, Şewê, Bana, Kereşa, Bizina, Tarûnî, Gîrî û Şikeftaspî yên girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê bi giştî ceyrana pompeyên ava ya 13 gundan hatibû birîn. Ji ber ceyaran bîrên avê hat birîn, welatî bê av mabûn. DEDAŞ, sedema birîna ceyranê jî deynê fatûreyên pompeyên avê yên 20 sal berê nîşan dide. DEDAŞ'ê ji 13 gundiyan re bi giştî 7 Mîlyon 910 hezar û 215 TL fatura ceyranê birîye. Li 13 gundan heman pirsgirîk hîn jî didome. Ji bilî van gundan li gundê Bafê yê girêdahî navçeya Hezex a Şirmexê jî 3 mehin ji ber ceyran qut kirine, gund bê av e. DEDAŞ'ê li gundiyan 1 trîlyon ceza yê aydî deynê 18 sal berê birî. Gundê ku nûfûsa wî hezar û 200 kes in, 3 meh in bê avin. Der barê mijarê de gundiyan nêrazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku ew gundê xwe hemûyê bifiroşin jî ew nikarin vî deynî razînin. 
 
'EM GUND BIFIROŞIN JÎ NIKARIN VÎ PEREYÎ BIDIN'
 
Ji gundiyan Hatîce Karçîn diyar kir ku bi salane têr av venaxwin û  ji ber ku avê nadin wan ew rojên zor û zehmet derbas dikin û wiha axivî:" Ez 40 salin li vî gundî dijim. Ez hatime vî gundî heta niha li vir pirsgirika avê heye. Çawa ku kaniyên me ziwa bûn, me bîrên av çêkirin. Ji ber ku av tune bû me jî sondaj girêdan. Ji ber ku sondajên me girtin, li gund av tune ye. Ev 40 salin ji ber ku bîrên avê bikar ne anîne qirêjî ne. Em niha ji nêçariya xwe bikar tînin. Ajalên me hene, baxçeyê me heye. Pêşiya me bihare. Ji ber ku av tune ye wê baxçeyên me ziwa bibin. Ajalên me jî tî ne. Ji me re dibêjin deynê we heye. Ji ber vê av nadin. Derfetên me tune ne ku em vî pereyî bidin. Heger em bêavî nemirin baş e. Em gundê xwe hemûyê jî bifiroşin em nikarin vî pereyî bidin. Em dixwazin ku lez û ber avên me vekin. Cihê ku av tune be, mirov wê çawa jiyan bike?"
 
'DÊ HEMÛ SEWALÊN ME BIMIRIN BIMIRIN'
 
Emîne Şaman jî bal kişand li ser pirsgirîkên xwe û diyar kir ku li gundê wan pirsgirîk av û ceyranê bi salane nayê çareserkirin û wiha got: "Li gundê me ne tenê pirsgirîka av heye. Di heman demê de hefteyê carekî ceyranên me dibirin. Par ceyranên me birîn û 15 rojan em taritiyê de hiştin. Li gund hûn dikarin her pirsgirîkekî bibînin. Cihê ku zarokên me lîstîkan bilîze tune ye. Ne mezinên me û ne jî dewlet ji me re tiştek nake. 3 mehin avê nadin me. Tişteke wiha çê dibe? Em debara xwe bi sewalkariyê dikin. Ji ber ku av qut kirine, ev heywanên me hemû dê ji ber bê aviyê bimirin. Ji tunebûna avê herî zêde jî em jin bi bertekin. Ji ber ku karê malê hemû li ser milê me ye. Her roj em diçin jora gund bi bîdonan avê vedikêşin. Ji paqijkirina malê bigirin heta ku baxçeyan em ji pê re eleqeder dibin.Tunebûna avê herî zêde jî me jinan diwestine." 
 
'KÎ DIKARE TRÎLYONEK BIDE?'
 
Ji gundiyan Hasan Ugur jî anî ziman ku ji ber ku av tune ye ew nikarin kar bikin û bertekên xwe wiha anî ziman:" Ez li vî gundî dayîk bûm û mezin bûm. Cara yêkeme ku em evqas bê av dimînin. Ev 3 mehin ava me qut kirine. Em dixwazin ku avên me vekin. Em jî welatiyên vê dewletê ne. Neheqiyê li me dikin. Deynê çend sal berê didin pêşiya me û av nadin me. Me bîrên avê bi destên xwe kolandine û em niha pêdiviya avê li wir pêşwazî dikin. Lê ew av jî nexweşiye. Niha tenê ew destê me de ye.  Gelek kes ji gund koçber bûn. Deynê her malekî ji me re ma. Kî dikare yek trîlyon bide? Divê vî deynî jê bibin û avên me vekin."  
 
MA / Zeynep Durgut 

Sernavên din

20/02/2021
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan