DERSIM – Li Dersimê Ciwanê bi navê Baran Karadag mirî hat dîtin.
Îro serê sibehê li Avzêmên Halvorî yên li ser rêya Dersim û Pulurê ciwanê bi navê Baran Karadag bi awayekî daleqandî hat dîtin. Hat hînbûn ku Karadag bi dergustî bûye û amadekariyên deweta xwe kiriye. Derbarê mirina Karadag de lêpirsîn hat destpêkirin.