ÊLIH – Li Êlihê karkerê înşatê Omer Şîmşek ji qata 8’an avahiya lê dixebitî ve ket û jiyana xwe ji dest da.
Li Êlihê karkerê înşatê Omer Şîmşek ji qata 8’an a avahiya lê dixebitî ve ket xwarê. Şîmşek ê li ser zemînek hişk ket bi giran birîndar bû. Hevalên wî kar agahî dan tîmên tenduristiyê û hatin ew rakirin nexweşxaneyê. Tevî mudaxileya tibî jî Şîmşek jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şîmşek bo otopsiyê rakirin morgê. Derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.