Vîna Ocalan banga têkoşînê ye

  • rojane
  • 09:01 15 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL – Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku vîna Ocalan banga têkoşîna topyekûn e.

Di ser komploya navneteweyî ya derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 9’ê cotmeha 1998’an a ji Sûriyeyê û radestkirina wî ya Tirkiyeyê ya di 15’ê Sibata 1999’an de re 22 sal derbas bûn. Komploya li dijî Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku bi awayekî taybet hatiye avakirin, bi pêkanînên tecrîdê didome. Sedema komployê jî weke paradigmaya ku Ocalan li hemberî pergala kapîtalîst bi pêş xistiye tê şîrovekirin. 
 
Hevberdevkê Komgreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepgir a Keskan Sînan Tûtal û Endama Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Mûrat Pîrcan Yaratan, têkildarî komplo, tecrîd û rakirina tecrîdê tiştên ku divê bên kirin nirxandinan kirin. 
 
‘OCALAN NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’
 
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku neçareseriya pirsgirêka kurd ji bo hêzên emperyalist sedema hebûnê ye û ji ber vê navnîşana çareseriyê Ocalan hedef hatiye girtin û komplo hatiye kirin û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan berdewama komploya navneteweyî ye. Divê polîtîkayên tecrîda girankirî weke diyarkirina desthilata Tirkiyeyê neye nirxandin. Komplo û tecrîd rêbaz û mêjiyê sedsala nû ye.”
 
PARADÎGMA ŞÊNBER BÛ
 
Şenoglû, diyar kir ku israra paradîgmaya çareseriyê ya Ocalan a li dijî polîtÎkayên neçareseriyê ya hêzên emperyalist bûye sedema polîtîkayên tecrîda girankirî û ev tişt anîn ziman: “Pevçûna li vir pevçûna çareserî û neçareseriyê ye. Dema ku li geşedanên rojane û dîrokê bê nêrîn wê li dijî neçareseriya hêzên emparyalîst paradîgmaya azadî û gel parêz a Ocalan ku li Rojava ketiye meriyetê bê dîtin. Ev jî nîşan dide ku bersiva paradîgmaya Ocalan heye. Civak li paradîgmaya Ocalan a çareseriyê xwedî derket. Îro jî di vê pêvajoya ku li herêmê gel ketine nav aloziyeke kûr de pêwistî bi dengê Ocalan heye. Tecrîda li ser Ocalan bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn dike.”
 
ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKÊ
 
Di berdewamê de Şenoglû destnîşan kir ku tecrîd li dijî hebûna mirova pergaleke îşkenceyê ye û wiha domand: “Ev pergal berbelavî tevahiya girtîgehan bûye. Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest pê kiriye, ji bo tevahiya civakê tê kirin. Em neçarin ku dengê girtiyan bibihîzin û bidin bihîstin. Pirsgirêkên li Tirkiyeyê girêdayî tecrîda li ser Ocalan in. Divê xwedî li vê çalakiya ku çavkaniya pirsgirêkê nîşan dide û li çareseriyê digere bê derketin û lêgerînên çareseriyê bikevin dewrê. Komploya navneteweyî û tecrîd êrişeke topyekûn a li dijî van gelan e. Divê li dijî êrişa topyekûn bexwedaneke topyekûn bê nişandan. Vîna Ocalan banga têkoşîna topyekûn e.”
 
PISGIRÊKA DEMOKRATÎKBÛNÊ 
 
Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepgir a Keskan Sînan Tûtal jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan bi desthilata heyî re ne bi sînor e û li pêşiya çareseriya demokratîk asteng e û ev tişt gotin: “Tecrîd û pirsgirêka kurd derbasî nav hev bûne. Mezinbûna tecrîdê li gorî nêzikbûna pirsgirêka kurd li gorî deman diguhere. Tecrîd êdî bi girtîgehan ne bi sînor e. Bi polîtîkayên dijminane re li civakê tê ferzkirin. Neçareserkirina pirsgirêka kurd bandorê li gelên Tirkiyeyê dike. Pirsgirêk ne demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Divê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê bê derketin.”
 
RAKIRINA TECRÎDÊ ŞERT E
 
Endama Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Mûrat Pîrcan Yaratan, bi lêv kir ku komploya li dijî Ocalan û tecrîda didome êrişa li hemberî aştiyê ne û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê benda li dijî daxwaza edalet, biratî, wekheviyê ya gelên Tirkiyeyê ye. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir bûye pêleke ku li tevahiya civakê belav bûye. Tecrîd li pêşiya daxwaza demokrasiye astengiyeke mezin e. Tirkiye veguheriye girtîgeheke mezin. Her liv û tevgera demokratîk di bin tecrîdê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê rabûna tecrîdê şert e.” 
 
MA / Nacî Kaya - Berfîn Karaman 
 

Sernavên din

15/02/2021
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin
12:21 Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye
Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
11:55 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan
11:45 Flîmên ji bo xelata Heyva Zêr bikevin pêşbirkê hatin eşkerekirin
11:37 Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne
11:11 Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin
10:36 Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin