BEDLÎS - Endamê Meclîsa Şaredariya Norşînê ya HDP’î Ekrem Yalçin ku hatibû binçavkirin, hat berdan.
Polîsan di 9'ê bi ser mala Endamê Meclîsa Şaredariya Norşînê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ekrem Yalçin de girtin û binçav kirin. Yalçinê pişti birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr û îfade da sewqî edliyê kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya Yalçin girt bi îdeaya "propaganda rexistinê kiriye" û "Endamê rêxistinê ye" sewqi dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Yalçin guhdar kir, bi şertê kontrola edlî serbest berda.