Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me

  • rojane
  • 15:47 12 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK’î ku li girtîgehan 78 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku heta ku Ocalan azad nebe wê têbikoşin û wiha gotin: “Em bang li hemû derdorên demokratîk, nivîskar, hunermend û akademîsyenan dikin ku ji berxwedana me re bibin deng.”

Li ser navê girtiyên PKK'î û PAJK'î Deniz Kaya derbarê berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan di roja 78’emîn de didome daxuyaniyek da. Kaya di daxuyaniyê de bal kişand ser komploya 15'ê Sibatê, polîtîkayên şerê taybet ên ji bo şikandina berxwedana grêva birçîbûnê û ferzkirina poşmaniyê ya qanûna înfaza cezayê ya nû.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Di van gavên ku em dikevin salvegera 22'an a komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê de, êrîşên bi plan û rêxistinî yên pir baş hesabkirî yên pergala modernîteya kapîtalîst bi asta cîhanî didomin. Tê zanîn armanca van êrîşan tasfiyekirina giştî ya gelê Kurd û tevgera azadiyê ye. Hesabên kilîkên desthilatdariya hegemonîk ên global ku bi çewisandina berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ev 22 sal in didome, bi berxwedana ên ku têkoşîna demokrasî û azadiyê diparêzin hatiye pûçkirin. Bersiva herî mezin ya ji bo hêzên deshilata global ku dixwazin bi komploya navnetewî hebûn û karîgeriya Rêber Apo pûç bikin, berxwedana gerîla ku hêviya vî gelî ne, helwesta fedayî ya şehîdên me ku di qedemeya fermandariya pêşeng de ne û berxwedaniya gel daye.
 
HETA KU AZADIYA FIZÎKÎ BI CIH WERE EM Ê TÊBIKOŞIN
 
Rêber Apo pergala netewdewletî ya ku hişmendiya sereke ya modernîteya kapîtalîst e û plansaziyên hêzên faşîst ku qira civakê tînin pûç kirine. Piştî ku komploya navnetewî ku hêzên faşîst û mêtingeriya qirker jî di nav de bûn, encam negirtin, bi plansaziyên nû komployê didomînin. Di qonaxa berdest de li dijî hêzên ku dixwazin ku komploya navnetewî sazkar bikin berxwedane gel û tevgerê wê tim domdar be. Wê bi berxwedanê bersiva plansaziya wan hêzan were dayin ku di şexsê Rêber Apo de dixwazin qira Kurdan bînin. Em girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê jî diyar dikin ku em ê li dora Rêber Apo kom bibin û heta ku azadiya fizîkî bi cih were em ê têbikoşin. Di vê rewşê de ku em dikevin sala 22'yan a komploya navnetewî bi pêngava dema azadiyê ye, ya ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo dayî ber xwe, heke em berxwedaniya xwe li dijî faşîzmê geş bikin em bawer dikin ku li ser xeta serfiraziyê bi ser bikevin. Bi destgîrkirin, girtin, gefên girtina partiyan, hevkariya çeteyan re, bi guherîna yasayî û berjewendî ya li qada hiqûqê çewisandin û çavtirsandin ji xwe re kiriye armanc. Medyaya şerê taybet ku tekane simîda jiyanê ya desthilata ji hêz ketî ye, heta çaxê raketinê wê pê re be.
 
BERXWEDANA ME WÊ BIDOME
 
Bêguman desthilata AKP-MHP'ê li bara berxwedanên demokratîk ji hêz dikeve û diqede. Ji ber vê bi polîtîkayên şerê taybet ê bi fêlbazî dixwaze berxwedanan pûç bike. Em weke girtiyên PKK'î û PAJK'î ji ber em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin ji 27'ê Mijdarê û vir ve çalakiya grêva birçîbûnê ya dorveger û domdar dikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me bi cih were û tecrîda li ser Rêbertiya me rabe me dest bi helwesteke wiha sincî û îradî kir. Desthilata AKP-MHP'ê di ser malbatên me re ji bo ku berxwedaniya me bişkînin xwe li polîtîkayên şerê taybet digire. Diçine cem gelek malbatên girtiyan, xwestine ku bi derewan wan bikişînin aliyên xwe. Xwedêgiravî bi zorê em ketine çalakiyê û ji bo ku em dawî li çalakiyê bînin ji wan xwestine ku bang bikin. Ti şik û gumana me jê nîne ku li dijî van polîtîkayan helwesta malbatên girtiyan weke berê wê bi rengekî birûmet be. Ev helwest li dijî desthilatê bûye û wê bibe bersiva herî mezin. Em girtiyên azad helîna di nav xweşikiya heqîqetê de, tinebûna di nav de ji xwe re kiriye yekana armanca jiyanê. Berxwedaniya me ji bo gihaştina heqîqetê û wiha jiyana wekhev, demokratîk û azad û gelan datîne. Heta ku em encamê bistînin berxwedaniya me bi rengekî bi îdîa û rêxistinî wê bidome.
 
EM QANÛNA ÎNFAZÊ QÊBÛL NAKIN
 
Derheqê yasaya înfazê ku desthilatê van mehên dawî de daniye holê bi temamî bi naveroja siyasî û polîtîk e. Her yek ji van xalan ku ji bo pêşî li berdana hemû girtiyan bigire hatine danîn, polîtîkaya tasfiyekirinê nûjen dike. Şerê yasaya ku jê re berdana bişert tê gotin, şertê beyana poşmaniyê ye. Ev yasa bi temamî li dijî tevgera azadiyê hatiye derxistin. Çete û girtiyên din ên edlî jixwe bi desthilatê re lihevkirî têne berdan. Em girtiyên PKK'î û PAJK'î qebûl nakin ku bi we re tu mulaqatan bikin. 
 
EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN
 
Bi vê çarçoveyê ji bo şikandina her cure êrîşên desthilata AKP-MHP'ê em ê berxwedana xwe bidomînin. Em bang li hemû derdorên demokratîk, nivîskar, hunermend û akademîsyenan dikin. Li her deverê divê mirov li dijî faşîzmê li ber xwe bide encex bi berxwedaniyeke giştî jiyaneke demokratîk û azad dikare were avakirin. Em bang li her kesî dikin ku ji berxwedana me re bibin deng.”
 

Sernavên din

15/02/2021
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin
12:21 Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye
Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
11:55 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan
11:45 Flîmên ji bo xelata Heyva Zêr bikevin pêşbirkê hatin eşkerekirin
11:37 Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne
11:11 Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin
10:36 Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin