ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan piştî serdana Partiya DEVA’yê daxuyanî da û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêdivî bi hêza yekîtiyê û tifaqa demokrasiyê ya muxalefetê heye.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” a destpêkirin de serdana ji bo partiyên muxalefetê berdewam dike. HDP piştî serdana CHP’ê û Partiya Saadetê îro jî çû serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA).
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re civiyan. Hevdîtin nêzî saetekê berdewam kir û di hevdîtinê de li ser kêşeyên bingehîn û çareseriya wan li Tirkiyê hat axivîn.
Piştî hevdîtinê Bûldan li ber avahiya DEVA'yê daxuyanî da çapemeniyê.
Bûldan diyar kir ku hevdîtina wan nêzî saetekî berdewam kir û got: "Me bi birêz Alî Babacan re hevdîtin pêk anî. Em di civînê de li ser kêşeyên bingehîn û giştî û krîzên li Tirkiyeyê axivîn. Me ji wan re anî ziman ku pêdivî bi yekîtiya hêza navbera muxalefetê heye û tifaqa demokrasiyê heye.
QEYÛM Û GIRTINÊN NEHEQ
Her wiha em li ser meseleya darazê ku di roja me ya îro de pir girîng e axivîn. Em meseleya binpêkirinên mafan û girtina bêhiqîqû û neheqiyên diqewimin axivîn. Her wiha em li ser ji nûve anîna sîstema parlamenteriyê axivîn û me got divê em çi bikin. Em li ser rewşa welat a bi KHK'iyan tê birêvebirin û welatiyên me ku jê zirarê dibînin û dê civak çawa ji vê derkeve axivîn. Her wiha yek ji mijara me ya girîng jî qeyûmên danîne ser şaredariyên me û zextên li ser hevşaredar û partiya me bûn. Her wiha me behsa tayînkirina rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê jî axivîn."
‘EWLEHIYA HILBIJARTINÊ'
Bûldan anî ziman ku di rojeva wan de tifaqa hilbijartinê nebû û wiha got: "Em li ser tifaqa hilbijartinê neaxivîn. Lê me behsa hewlehiya hilbijartinê û dengan kir û em li ser axivîn. Wê ji niha şûn ve jî hevdîtin berdewam bikin. Şandeyên em ê ava bikin wê di navbera xwe de hevdîtinan bikin. Wê şêwir û diyalogên xwe bidomînin. Em li ser van meseleyan axivîn. Ji bo hemûyan spas dikim."
Bûldan got ew ê di 17'ê sibatê de li gel Partiya Pêşerojê jî hevdîtinê pêk bînin û dê ji Partiya ÎYÎ jî randevûyê bixwazin.