BEDLÎS - Endamê Meclîsa Şaredariya Norşînê ya HDP’î Ekrem Yalçin hat binçavkirin.
Polîsan bi ser mala Endamê Meclîsa Şaredariya Norşînê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ekrem Yalçin de girtin û binçav kirin. Yalçinê ku sedema binçavkirina wî nehat zanîn, birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr.