AMED - Dema binçavkirina 9 kesên li navçeya Licê ya Amedê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 4 rojên din hat dirêjkirin.
Di 4’ê Sibatê de, li gundên Mizag, Xemzê, Mexmedêlê, Melê, Qormik, Zengesor, Dizeynî yên navçeya Liceya Amedê operasyona eskerî hatibû destpêkirin û piştî operasyonê gelek kes di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina 9 kesan 4 rojên din hat dirêjkirin.
Welatiyên bi navê Ramazan Aslan ê 74 salî, Mehmet Bûdak, Abdullah Alan û Mehmet Kaya yên hatibûn binçavkirin, di 5’ê Sibatê de bi îdîaya “endamtiya rêxistinên” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Licê hatibûn kirin û bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Di heman demê de, dema binçavkirina mûxtarê gundê Melê Mekîn Yalçin jî di nav de 9 kesan 4 rojên din hat dirêjkirin.
Hat destnîşan kirin ku lêpirsîna 9 kesên ku 4 rojên din binçavkirina wan hat dirêjkirin, li Miduriyeta Polîsan a Licê dewam dike.