STENBOL – Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Berîvan Zadsan ku danê sibehê di avêtina ser malê de hatibû biçavkirin, hat girtin û wî birin Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Sûltangazî ya Stenbolê Berîvan Zadsan, îro danê sibehê di avêtina ser malê de hatibûn binçavkirin. Polîsan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Zadsanê binçav kiribû û wê biribûn Edliyeya Gazîosmanpaşayê. Hat hînbûn ku Zadsan ji ber 3 sal û me meh cezayê girtîgehê yê ku berê lê hatibû birîn hatiye girtin.
Zadsanê birin Girtîgeha Bakirkoy a Jinan.