SEMSÛR – 6 kesên ku li Semsûrê di nav şerê 2 malbatan de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin.
Cenazeyên 6 kesên ku duh li navçeya Kolikê ya Semsûrê di nav şerê 2 malbatan de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin. Cenazeyên Mehmet, Îbrahîm, Yûsûf û Îbrahîm Gogus li Çamdere yê navçeya Sincikê; Mehmet û Mûstafa Gozel jî li mezraya gundê Çamdereyê hatin veşartin.
Tedawiya 4 kesên ku di bûyerê de birîndar bûbûn jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê berdewam dike.
Ji berk u tevlî şer bûne 6 kes jî hatine binçavkirin.