* Li Mêrsînê mamosteyên ku piştî girtina KURDÎ-DER'ê komên xwendinê ava kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
* Siyasetzan Seyla Benhabîb, anî ziman ku AKP'ê mafê xwerêvebiriyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê binpê kiriye û êrîşên li ser xwendekaran jî şermezar kir.
* Habîp Eksîkê HDP'î destnîşan kir ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêviya ji bo aştî û çareseriya siyasî tê tunekirin û ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî vê tecrîdê jî diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke rewa û mafdar e.
* Walîtiya Colemêrgê li gel qedexekirina çalakî û xwepêşandanên li bajêr, 12 herêm jî heta dawiya salê qedexe kiribûnç Parêzerê OHD'î Ramazan Kûrt, anî ziman ku bi van qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê nixumandin.
* Di lêpirsîna Medîne Ok Karayê de, piştî sê sal û nîvan, telefon û komputera gumanbar Ahmet Kara hatin vekolandin.
* Romana "Acilari Ortakti" ya nivîskar Hacay Yilmaz derket. Yilmaz, di romana xwe ya navbirî de bal dikişîne ser êş û azarên mirovên ku bûye şahidê çîrokên wan.
* 5 sal di ser wehşeta li jêrzemînên Cizîr re derbas bûn. Hevjîna Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç got: "Em ê serê xwe netewînin li ber wan." serê xwe netewînin."
* Li 46 kesên ku li Êlihê tevli meşa yekîtiya neteweyî bûbûn bi hinceta ku pîvana "mesafeya fizîkî" binpê kirine 41 hezar û 400 TL ceza li wan hatiye birîn.
* Malbata Karabûlûtê, erdên kurdên êzidî nade wan. Êzidiyên ku di sala 1992'yan de ji ber zext û zoriyan koçber bûne, gava çûne Ewropayê bi emanetî erdên xwe dane malbata Karabûlûtê û niha nikarin erdên xwe bajon. Bi ser de tim bi êrîşan re rû bi rû dimînin.
* Weşanên Avesta di destpêka sala 2021'an de bi 5 pirtûkên nû derkete pêşberî xwendevanan. Antîgonî (werger), Dewleta Cihûyan (werger), Kürt Hakîm Faîk Bucak'ın Yaşamı (Tirkî), Romeo û Juliet (werger) û Mirîşka Kulek di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girtin.
* Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, diyar kir ku ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî Zarok Ma’yê vedikin û got: “Ji bo ku zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin.”
* Bi hewaya sar re koçerên ku ji zozanan daketin deştê bi rojên dijwar re rûbirû ne. Koçeran anî ziman ku li dijî hemû karûbar û jiyana dijwar jî ew dixwazin kevneşopiya koçeriyê bidomînin.
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, wê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 626'emîn de, li ser hesabê xwe yê medya civakî onlîne li dar bixe. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza cezakirina kujeran bikin, wê di hefteya 828'emîn de çalakiya xwe li ser onlîne li dar bixe. (12.00)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 335'emîn de bi rêya vîdeoyê çalakiya xwe li dar bixe. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 463'yemîn de çalakiya "Rûniştina F" li ser hesabê xwe yê medya civakî onlîne li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û rewşa wan giran. (13.30)