ÎZMÎR – Li Îzmîrê “Hevdîtinên kar û nan” di roja sêyemîn de berdewam dike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê starta “Hevdîtinên kar û nan” da û li Îzmîrê di roja 3’yemîn de berdewam dike. Parlamenter û rêveberên HDP’ê di çarçoveya bernameyê de li Îzmîrê xebatên xwe domandin û çûn serdana karkerên neqliyeyan.
RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA WAN HENE
Berpirsa Komîsyona Kedê ya HDP’ê Şaziye Kose daxuyanî da û destnîşan kir ku di berxwedanê de rêyek bi tenê nîne û li dijî sermayê hezar cûre rêbazên têkoşîna wan heye.
‘XWEZA TÊ TALANKIRIN’
Berpirsê Komîsyona Ekolojiyê yê HDP’ê Nacî Sonmez û Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û şandeya li gel wan jî çûn serdana ekolojîstan (xwezaparêzan) û civîn li dar xistin. Gelek ekolojîst beşdarî civînê bûn. Sonmez daxuyanî da û anî ziman ku ji ber şertên pandemiyê ew bi kêşeyên cidî yên tenduristiyê re rûbirû ne û li Tirkiyê krîzên cidî yên aborî, ekolojîk û avhewayê pêk tê. Sonmez got îqtîdarê her devera Tirkiyê talan kiriye. Sonmez destnîşan kir ku li Tirkiyê jiyana xwezayî û xweza û erdnîgarî bi gefên talankirinê re rûbirû maye.
Piştî axaftina Sonmez, şandeya HDP’ê li daxwaz û pêşniyaz û pirsgirêkên ekolojîstan guhdar kirin.
Şande dê heta êvarê serdanên xwe berdewam bike.