ANTALYA - Îdianameya derbarê nûçegihanê me yê girtî Mehmet Aslan de hat amadekirin. Îdianame bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin û axaftina Aslan a bi çavkaniyên nûçeyan û aboneyên ajansê re sûc hatiye hesibandin.
Nûçegihanê me Mehmet Aslan ji 9'ê Çileya 2021'ê ve girtiye. Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê derbarê Aslan de îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Antalyayê jî îdianame qebûl kir. Îdianame bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin.
RAGIHANDINA NÛÇEYAN KIRIN DELÎL
Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku ajansa me weşaneke têkildarî rêxistinê dike û ragihandina nûçeyan a ji bo aboneyan û bi etlefonê axaftina Aslan a bi aboneyan re û ragihandinên wî yên derbarê grevên birçîbûnê de û bilêvkirina "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan" wekî delîla "endamtiya rêxstinê" hatiye nîşandan.
HEVDÎTINA BI XIZMÊN GIRTIYAN RE SÛC HESIBANDINE
Her wiha bi telefonê axaftina Aslan a bi xizmê girtiyekî re û ji ber ku di axaftinê de peyva "sirgûn" hatiye bilêvkirin dozgeriyê ev tişt sûc hesibandine. Her wiha dozgeriyê nûçeya derbarê binçavkirin û girtina Aslan de ku di "ANF NEWS"ê de hatiye weşandin jî sûc hesibandiye û parastiye ku ev delîla "endamtiya rêxistinê" ye.
Her wiha dozgeriyê nûçeyên ku Aslan çêkirine jî sûc hesibandine.
MA / Hamdûllah Kesen