STENBOL – Li navçeya Kuçukçekmeceyê, jina bi navê Serpîl Çol di bin mîkserê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Li kuçeya Kaktusê ya navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê, mîksera ku ji bo rêjandina betona asasê avahiyekê hat taxê li jîna bi bavê Serpîl Çol qelibî û wê eciqand. Jina di bin wesayîtê de ma jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmen tenduristiyê û polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmen tenduristiyê cenazeyê Çol ji bo otopsiyê rakirin morgê.
Ajokarê mîkserê jî ji bo îfadeyî wî bigirin polisan ew bir navenda polisan.